Talîbanan êrişê konvoya leşkerî kirin: 100 kuştî
Hewlêr (Rûdaw) – Li Avganîstanê konvoya leşkerî ya ji operasyonê vedigeriya, ji aliyê endamên Talîbanan ve rastî êrişê hat û derdora 100 kesî ji herdu aliyan hatin kuştin.
Berdevkê walîtiya Celalabadê Ehmed Ziya Abdulzay ragihand ku konvoya polîs û leşkeran ya ji navçeya Şîrzad vedigeriya, ji aliyê bi sedan endamên Talîbanan ve ketin kemînê. Navbirî ragihand ku di şer de derdora 60 endamên Talîbanan hatin bêbandor kirin.
Abdulzay destnîşan kir ku şer 5 saetan dom kir û wiha got: “Polîs û leşkerên me ji operasyonekê vedigeriyan. Ji nişkan ve rastî êrişa çekên giran hatin. Di wê demê de herî kêm 60 milîtanên Talîbanan hatin kuştin û 22 windahiyên me jî çêbûn.”