Neteweyên Yekbûyî kar bo qedexekirina robotên bikuj dike
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerên 50 welatan li navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê li hev kom bûn û tirsa pêşvebirina robotan an jî çekên otomatîk gotûbêj kirin.
Metirsiyeke nû ya pêşketina teknolojiyê bi taybetî di warê robot û jîrbûna destkird de, nûnerên 50 welatên cîhanê Ii baregehê Neteweyên Yekbûyî li Cenevê dicivîne, ev jî ji ber tirsa pêşketina robotên bikuj an çekê otomatîkî ye.
Ew çeka ku behsa metirsiya wê tê kirin, corekî çekê otomatîkî ye yan robot e, ku bê fermana mirov bi xwe biryara êrîşkirinê yan kuştina xelkê dide.
Ew çek bi nihênî li gelek cihan li cîhanê tê pêşxistin, jîrbûna destkird tê de bikar tê û mtirsiya mezin ji wê yekê ye, bê mirov bi xwe biryara êrîşkirinê dide.
Mamosta di warê jîrbûna destkird de Toby Walsh dibêje: “Cudabûna di navbera çeka otomatîkî û dronan de, ku niha li Iraqê û navçeyên din li cîhanê tê bikaranîn, ew e ku di robotê bikuj de mirov beşdariyê nake. Di bikaranîna dronan de hêj bi destê mirov e, serbaz li pişta ye, û biryara lêdan û kuştinê bi destê mirov e, û mirov biryarê dide, ku li kesekî bide yan na, lê niha behsa komputerekî dikin, ku biryara mirinê dide, ev jî xaleke cudaye ku gihiştinê.”
Hejmareke rêxistinên cîhanî di nav wan de rêxistina çavdêriya mafên mirov û xaça sor a navdewletî, kampeynek bi navê “kampeyna bo rawestandina robotê bikuj” ragihandine û rêkxerên wê dibêjin: “Teknolojiya bo ku mirov bihêz bike , ne ku hijmara wî kêm bike.”
Di vê kampanyê de 180 rêxistinên nehikûmî û 67 welat beşdar in, armanca wan daku rêgiriyê li çêkirina corê vî çekî bigirin, ku bi çekekî kujinde bo ser mirov binav dikin.
Iraq jî yek ji wan welatên di wan hewlan de ye, ligel 100 welatên din daxwaza peymannameyeke navdewletî bo rêgirtina li çêkirina vî çekî dikin.
Hevahengkara kampanya Rawestandina Robotê Bikuj Mary Wareham jî got: “Em berdewam in di razîkirina welatên din ên cîhanê bo peywendîkirina bi vê boredê ji bo qedexekirina yekcarî ya vê çeka otomatîkî. Niha welatên din wek Iraq, Brezîl û Ugandayê jî me peywendî ligel wan kiriye. Em hêvîdarin welatên din jî guhdar bin derbarê pêwîstiya yasaya nû ya navdewletî di vî warî de.”
Pirisgirêk ew e, ku çend welat di pîşesaziya serbazî de zêde pêşketî ne, hêj negihiştine wê baweriyê, ku divê peymannameyek bo qedexekirina corê wê çekê hebe.
Li gor raporta Human Raights Watch, welatên wek Rûsya, Amerîka,Çîn,Koryaya Başûr, Brîtanya û Israîl dest bi pêşxistina vê coreya çekê kirine, dixwazin bibin xwedî çekê otomatîkî ya asmanî, avî û bejayî. Çînê jî daxwaz kiriye peymanname li ser qedexekirina bikaranîna wê çekê bê kirin, ne jibo pêşxistin an berhemanîna wî.