Li Brîtanya û Polonyayê xwenîşandan li dijî koçberan hatin kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedan rastgirên tundrew û dijberên koçberan li bajarê Manchesterê yê Brîtanyayê li dijî zêdebûna hejmara koçberan xwenîşandan kir.

Xwenîşanderê li dijî koçberan Brendan O’Reilly got, “Otelên me bi koçberan tijî ne.

Xelkê me yê bêmal û xizan li kolanan parsekiyê dike û cihê wan ê lê bijîn nîne.

Ew neçar in li kolanan bijîn lê em van hemû biyaniyan li otelan bi cih dikin."

Ji destpêka îsal ve heta niha, zêdetirî 25 hezar koçber bi rêya Kanala Îngilîz derbasî Brîtanyayê bûne.

Her wiha ji ber nebûna cih, zêdetirî 32 hezar penaxwaz li otelan hatine bicihkirin û ev yek salane sê milyar dolar lêçûnê li ser hikûmetê çêdike.

Lê belê hemû kes li dijî hatina koçberan nîne.

“Em dixwazin kolan ji bo zarokên me ewle bin”

Alîgira koçberan Judyê jî got, “Ez naxwazim mirovên tijî kîn û nefret li kolanên Manchesterê bibînim.

Em dubendiyê naxwazin, em dixwazin kolan ji bo zarokên me ewle bin.

Tevî ku ew dibêjin zarokên me ji ber koçberan di metirsiyê de ne, ev dereweke mezin e."

Nerazîbûna li hemberî koçberan ne tenê li Brîtanyayê ye û li piraniya welatên Ewropayê ev rewş tê dîtin.

Li bajarokê Zyrardowê yê li rojavayê Polonyayê jî heman tişt heye.

Polonî û Macar ji rêbazên Yekîtiya Ewropayê û bi taybetî jî yên Almanyayê yên derbarê koçberan ne razî ne.

Siyasetmedarê Polonî Bogusław Ciupka jî got:

“Ji ber ku em naxwazin koçber malbat û civakên me bitirsînin. Ji ber vê yekê, bi vê xwenîşandanê em dixwazin bi dengekî bilind bibêjin, em wekî Polonî, peymana koçberiyê naxwazin.

Em naxwazin tiştê ku li rojavayê Ewropayê diqewime, li vir jî biqewime."

Nerazîbûna Ewropiyan li hemberî koçberan di demekê de ye ku ji destpêka îsal ve zêdetirî 66 hezar koçber bi awayekî neyasayî berê xwe dane welatên Ewropayê.