Foruma Aborî ya Çîn-Afrîqayê tê sazkirin
Navenda Nûçeyan - Îro Duşembê serkirdeyên welatên Afrîqayê bi armanca beşdarbûna Foruma Aborî ya Çîn-Efrîqayê li Pekîn dicivin. Di çarçoveya wê forumê de bi taybetî hevkariyên Çînê ligel welatên Efrîqî tên gotûbêjkirin.
Serokê Çînî Xi Jinping jî beşdarî Foruma Aborî dibe û mijara damezrandina jêrxanê bo projeya Hevrîşîm yek ji babetên serekî yên wê forumê ye.
Bi armanca cîbicîhkirina projeya rêya Hevrîşîm, berê Çînê bi dehan milyar dolar deyn dabûn welatên Afrîqayê daku bikaribin jêrxana wê projeyê amade bikin.
Di vê derbarê de pisporê karûbarê Çînê Kubos Van Steyden dibêje ku projeya Rêya Hevrîşim tê mezinkirin bi awayekî ku hemû welatên Afrîqayê li xwe bigire.