Balafira şer a Rûsî ket

Hewlêr (Rûdaw) -  Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku balafireke şer a Rûsî ji cureya Su-25 ketiye xwarê û ji bo dîtin û rizgarkirina 2 pîlotan xebatên lêgerinê berdewam in.

Derbarê bûyerê de Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku balafira Sukhoi Su-25 di heyama perwerdeya rutîn de kete xwarê.

Li gor daxuyaniya wezaretê tîmen rizgarkirinê ji bo 2 pîlot wenda bûne xebatên lêgerînê dane destpêkirin.

Herwiha hat destnîşankirin ku di balafirê de cebilxane nebûye û cihê ku balafir ketiye ji jiyangehan dûr e.

Li gor medyaya herêmî ya Rûsî jî dibe ku herdu pîlotan berî ketina balafirê xwe rizgar kiribin.

Hat zanîn ku ew balafira ketî di sala 1986an de li bajarê Ulan Udeyê hatiye çêkirin.