33 Photos
Serokê Çînê Xi Jinping di merasîmeke leşkerî ya mezin a ku ji bo salvegera 80emîn a serkeftina welatê xwe ya li hemberî Japonyayê ya di Şerê Cîhanê yê Duyem de hatibû lidarxistin de perde li ser çekên lazerî, mûşekên balîstîk ên atomî û dronên mezin ên binderyayî rakir.
Di merasîmê de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un mêvanên herî diyar bûn.
Her wiha bi dehan serkirdeyên din ên welatan jî amade bûn ku du ji wan Rojavayî bûn.
Donald Trump ragihand ku ew “silavên xwe yên herî germ” li Putin û Kim Jong Un dike lê ji Xi Jinping re got, “Hûn plangêriyê li dijî Amerîkayê dikin.”
Hinek şirovekar jî dibêjin, civîna wan her sê serkirdeyan peyamek bû ji bo Amerîkayê.
Wêne: Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Çînê Mehdî Ferec û AFP