Moskow (Rûdaw) - Yekîneya Hêza Asmanî ya Rûsyayê, ku ji 50 balafir û helîkopterên serbazî pêk tê, li Sûriyeyê bombebarana baregeh û depoyên çek û cebilxaneyên DAIŞ û rêxistin din didomîne.
Li gor agahiyên vê dawî, balafirên rûsî li Rojavayê Kurdistanê, li nêzî Efrînê jî çend çeperên Cebhet El Nusra tune kirin. Ev yek jî bala çavdêran dikşîne ser peywendiya di navbeyna hêzên rûs û hêzên kurdên Rojavayê Kurdistanê de.
Pisporê serbazî, Serokê Navenda Lêkolînkirina dewletên Rojhilata Navîn û Asyaya Navendî Semyon Bagdasarov derbarê hemahengiya di navbera Rûsya û hêzên kurdî de ji Rûdawê re wiha got:
"Dema ku balafirên me li çeperên tundrewên îslamî didin, bê guman, pirsên weha bi wan hêzan re tê koordinekirin, ku li ser erdê şer dikin. Eşkere ye ku di vir de muxataba me Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî bi PYDê ve ye. Ev yek jî tê wê wateyê ku li wê herêmê di siyaseta me de qonaxeke nû destpê dike."
Pisporê Rojhilata Navîn Vadîm Makarenko jî ji Rûdawê re wiha got:
"Ya giring ew e ku ji destpêkê de Serok Pûtîn, hêzên kurdan xistiye lîsteya wan hêzan ku Federasyona Rûsyayê dê bi wan re hevkakriyê bike. Rûsya plan dike ku li Iraqê hem bi hikumeta Iraqê re, hem jî bi hêzên Pêşmerge re hevkarî bike."
Di vê navberê de Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku di Nanvenda Koordinasyona Zanyariyan a li Bexdayê ku nûnerên Rûsya, Îran, Iraq û Sûriyeyê cih lê digrin, nûnerê Başûrê Kurdistanê jî heye, herçend ev zanyarî ji aliya wezareta Pêşmerge ne hatiye piştrastkirin.
Rêveberiya Rûsyayê bi berdewamî amaje dike, ku ger Bexda bi awayekî fermî alîkariya serbazî bixwaze, dê daxwaza wê bê pêkanîn. Û pratîka Rûsyayê li Sûriyeyê dîyar dike ku di demekî nêz de eniya Iraqê jî dê germtir bibe.
Serokatiya Herêma Kurdistanê vê êvara bersiva pêşniyariya Rûsyayê da û di daxuyaniyekê nivîskî de wiha ragihabd: “Herêma Kurdistanê spasiya her dewlet yan aliyek dike ku li şerê dijî terorîstên DAIŞê de alîkariya pêşmerge bike û di vî warî de pêşwazî jî li welatê Rûsya dike eger li şerê dijî terorîstên DAIŞê de hevkariya pêşmerge bike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse