Li Belçîkayê jineke Kurd bû Wezîra Dadê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Belçîkayê jineke Kurd di kabîneya nû de cih girt û bû wezîra dadê.

Li Belçîkayê jina Kurd a bi navê Zuhal Demîr, di kabîneya hikûmeta nû ya Flamanê de, weke Wezîra Dadê hat destnîşankirin.

Wê jina Kurd li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihand, “Min di hikûmeta nû ya Flamanê de, weke Wezîra, Dad, Îcra, Jîngeh, Enerjî û Geştyariyê sond xwar.”

Zuhal Demîr, 12ê Adara 1980an li bajarê Genk ê Belçîkayê ji dayîk bûye lêbelê, malbata wê ji parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê koçî wî welatî kiriye.

Demîr, li Zanîngeha Leuven xwendina xwe li ser hiqûqê pêk aniye û sala 2001an jî weke parlamenter hat hilbijartin û ket palamentoya federal a Belçîkayê.

Ew jina Kurd berî niha jî bûbû wezîra kêmkirina hejariyê, pêkanîna derfetan, kêmendaman,polîtîkayên zanistî û bajarî.

Zuhal Demîr, endama Partiya Netewperwer a Flamanê ye.