Hikûmeta Amerîkayê deriyên xwe girtin: Xizmetên federal rawestiyan

New York (Rûdaw) - Ji ber nakokiyên siyasî yên di navbera Demokrat û Komariyan a li ser budceya nû, deriyên Hikûmeta Federal a Amerîkayê hatin girtin û shutdown hat îlankirin.

Di encamê de, xizmetên federal ên wekî tenduristî û parkên neteweyî hatin rawestandin û nêzîkî 750 hezar karmend bê meaş ji bo malên xwe hatin şandin.

Tê pêşbînîkirin ku ev yek di hefteyekê de 15 mîlyar dolar zererê bide aboriya Amerîkayê.

Geştyar û welatî nerazî ne

Girtina deriyên hikûmetê bandoreke rasterast li ser jiyana rojane ya welatî û geştyaran dike.

Deriyên mûzexaneyên neteweyî û cihên dîrokî hatine girtin.

Geştyarek ku ji bo dîtina mala dîrokî ya serokê berê Theodore Roosevelt hatibû New Yorkê, nerazîbûna xwe anî zimên û got,"Ez gelek bêhêvî me, ji ber ku îro dema min hebû û ez bi hêvî bûm ku serdana wî cihî bikim ku Theodore lê mezin bûbû bi keça xwe Blake re bibînim."

Li New Yorkê, deriyên avahiya dîrokî ya "Federal Hall" ku wekî cihê jidayîkbûna yekem hikûmeta Amerîkayê tê naskirin jî hat girtin.

Welatiyeke New Yorkê jî xemgîniya xwe anî zimên û got,”Girtina deriyên hikûmetê cihê xemgîniyê ye. Girîng nîne ka sedem çi ye û kî berpirs e.

Ji ber ku ev yek bi sîgortaya (bîme) tenduristiyê ya xelkê û gelek babetên din ve girêdayî ye."

Sedem: Nakokiyên siyasî yên li ser budceyê ne

Roja çarşemê piştî ku li Kongreyê li ser pesendkirina budceya sala nû lihevkirin çênebû vê rewşê dest pê kir.

Pispor pêşbînî dikin ku ji ber dûrbûna nêrînên her du partiyan, ev pêvajo dê demeke dirêj bidome.

Demokrat, ji bo ku hikûmet ji nû ve deriyên xwe veke, vegerandina piştgiriyê ji bo xizmetên tenduristiyê wekî şert datînin.

Parêzgara Eyaleta New Yorkê Kathy Hochulê jî ev rewş rexne kir û got,"Îro ji ber vê yekê aloziyek xistine nava jiyana bi milyonan malbatên vî welatê me yê mezin û her cihê kar ê di nav civakê de."

"Bandora aborî û metirsiya ji bo paşerojê"

Her çend shutdown bandorê li ser saziyên ewlehiyê yên wekî polîs nake jî lê metirsiyên wê yên aborî mezin in.

Tevî ku heta niha bandoreke mezin li ser bazarên wekî Wall Street çênebûye, pispor hişyariyê didin ku eger ev rewş dirêj bike, dibe ku bandorên wê li derveyî Amerîkayê jî werin hîskirin.

Pêvajoya girtina deriyên hikûmetê sala 2018an de 35 rojan dewam kiribû û 11 mîlyar dolar zerer gihandibû aboriya Amerîkayê.