13 Photos
Serokê Amerîkayê yê niha û berbijêrê Komariyan bo xûla nû ya hilbijartinên serokatiya wî welatî, Donald Trump tevî Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence û endamên malbata xwe li wilayeta Michiganê beşdarî di kempîna xwe ya dawî ya hilbijartinan de kir.
Michigan yek ji wan wilayetan e ku tê gotin, encamên dengdana di wan wilayetan de dê encama hilbijartina îsal diyar bikin, ji ber 16 kursiyên wê di encûmena hilbijartinan de heye. Li gor rapirsiyên kompaniya Emerson û Siena, Joe Biden di hilbijartinên îsal de li pêş rikeberê xwe Trump e, lê di rapirsiyên kompaniya Traflagar de Trump bi sê xalan li pêş Biden e.
Îro hilbijartinên serokatiyê li Amerîkayê destpê kir û navendên dengdanê li eyaleta New Hampshire hatin vekirin.