Erdhejeke bi hêza 6,3 pileyan Efxanistan hejand
Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê Efxanistanê îro berê sibê erdhejeke bi hêza 6,3 pileyan rû da.
Di encamê de herî kêm 5 kes mirin û 143 kes jî birîndar bûn.
Saziya Birêvebiriya Karesatên Neteweyî ya Efxanistanê ragihand ku erdhej bûye sedema zererên madî jî.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku erdhejê bi dema herêmî derdora saet 01:00ê (Roja Yekşemê 20:30 GMT) li kûrahiya 28 kîlometreyan li nêzîkî Mezar-î Şerîfê rû daye ku yek ji bajarên herî mezin ên welêt e.