Trump: Rojên Maduro bi hejmar in
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku rojên Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro "bi hejmar in.”
Trump di bernameya "60 Minutes" a televîzyona CBSê de pirsên li ser rojevê bersivandin.
Trump li ser pirsa "Gelo Amerîka dê bi Venezuelayê re bikeve şer?" got:
"Ez bi guman im lê ew miameleyeke gelekî xerab bi me re dikin.
Ne tenê di warê narkotîkê de, bi sed hezaran kesên ku em naxwazin ji girtîgeh û saziyên xwe yên tenduristiya derûnî şandine welatê me."
Trump li ser pirsa "Gelo rojên Maduro bi hejmar in?" jî got, "Belê, ez dikarim wisa bibêjim."
Wî derbarê îhtimala êrişeke leşkerî ya Amerîkayê ya li ser axa Venezuelayê de jî got:
“Ev rast e yan jî na, ez ne meyldar im ku vê ji we re bêjim. Ez van tiştan ji nûçegihanan re nabêjim."
"Eger ez bixwazim, ez dê Hemasê demildest ji holê rakim"
Trump li ser pêşhatên li Rojhilata Navîn jî got ku agirbesta li Xezeyê ne "şikestbar" e û diyar kir ku eger bixwazin, ew dikarin Hemasê "demildest ji holê rakin" û got:
"Eger ez bixwazim wan bê çek bikim, ez dê demildest bikim, wekî din ew dê bên tunekirin, ew vê yekê dizanin."
Trump li ser pirsa gelo ew dê ji bo naskirina dewleta Filistînê jî zextê li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bike got:
"Belê, divabû min di hinek mijaran de hinekî zext lê bikira û min kir.
Min gelekî baş pê re kar kir lê min ji hinek tiştên ku wî kirin hez nekir û we dît min li ser vê yekê çi kir."