NBC News: Amerîka xwe ji bo operasyoneke li Meksîkayê amade dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Meksîkayê operasyoneke ku kartelên narkotîkê dike hedef û operasyonên bejahî jî li xwe digire plan dike.

Li gorî nûçeya kanala NBC Newsê ya ku dispêre ser berpirsên Amerîkayî, birêvebiriyaTrump ji bo operasyoneke nû ya li dijî kartelên li Meksîkayê amadehiyan dike.

Di nûçeyê de hat îdiakirin ku di çarçoveya plana operasyonê de dest bi perwerdeyan hatiye kirin.

Di nûçeyê de hat gotin ku Amerîka plan dike di çarçoveya operasyonê de bi balafirên bêpîlot (dron) êrişî laboratuwarên narkotîkê û kartelan bike.

Her wiha hat diyarkirin ku tê plankirin Fermandariya Operasyonên Taybet ên Hevbeş (JSOC) û hêzên Saziya Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) jî beşdarî operasyonê bibin.

Hat diyarkirin ku dan û standinên li ser berfirehiya operasyonê berdewam dikin û biryara dawî hîn nehatiye dayîn.