Amerîkayê derî li ber koçberên 19 welatan girt

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump hemû serlêdanên penaberiyê û daxwazên alîkariya koçberiyê yên 19 welatan rawestandin ku wekî "welatên xwedî rîska zêdet" tên dîtin.

Li ser malpera Xizmetguzariyên Welatîbûn û Koçberiyê ya Amerîkayê (USCIS) derbarê mijarê têbîniyeke agahdarkirinê hat belavkirin.

Di çarçoveya rêbernameyê de talîmat ji personelên saziyê re hat dayîn ku "Heta ku lêkolîneke berfireh tê kirin, welatiyê kîjan welatî dibe bila bibe, hemû Formên I-589 (Serlêdana Penaberiyê û Dersînornekirinê) û daxwazên alîkariyê rawestînin."

Lîsteya welatan

Di çarçoveya biryarnameya serokatiyê de ku Trump 5ê Hezîranê îmze kiribû, seyaheta xelkê van welatan hatibû qedexekirin:

Efxanistan, Myanmar, Çad, Komara Kongoyê, Gîneya Ekvatorê, Erître, Haîtî, Îran, Lîbya, Somalî, Sûdan û Yemen.

Trump her wiha sînordarkirina seyahetê danîbû ser welatiyên Burundî, Kuba, Laos, Sîerra Leone, Togo, Tirkmenistan û Venezuelayê jî.

Ev welat di lîsteya "19 welatên xwedî rîska bilind" de cih digirin ku di têbîniya agahdarkirinê de hatine pênasekirin.