Li Nîjeryayê çekdaran êriş kir: 30 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Nîgerê ya Nîjeryayê li dijî bazarekê êrişeke çekdarî hat kirin û di encamê de zêdetirî 30 kesî hatin kuştin.

Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, endamên çeteyeke çekdar li herêma Demoyê ya eyaleta Nîgerê êrişî bazara Kasuwan-Dajiyê kir.

Di êrişê de zêdetirî 30 kesî hatin kuştin, bi dehan kes birîndar bûn.

Her wiha gelek kes jî hatin revandin.

Endamên çeteya çekdar her wiha kel û pelên xwarinê yên li bazarê jî talan kirin.