Navê Trump di dosyeyên Epstein de zêdetirî hezar carî hatiye nivîsandin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Amerîkayê nêzîkî 3,5 mîlyon belgeyên nihênî yên girêdayî Jeffrey Epstein belav kirin.

Ew belge di encama guvaşeke di çarçoveya yasaya ku Kongreyê derxistiye de ji raya giştî re hatin eşkerekirin.

Di belgeyan de derbarê pêwendiyên Trump ên bi wê dosyeyê re ku wekî tora herî mezin a bazirganiya seksê ya dîroka Amerîkayê tê pênasekirin, gelek hûrgilî cih digirin.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê jî ragihand, "Beşeke mezin a wan agahiyên derbarê Serok Trump de propaganda ne."

Di belgeyên fermî yên li ser malpera Wezareta Dadê de navê "Donald Trump" zêdetirî 1000 caran derbas dibe.

Di lêgerînên bi hûrgilî de jî zêdetirî 1800 encaman derdikevin.

Beşek ji van nûçeyên rojnamegeriyê û nameyên Epstein ên bi kesên wekî Steve Bannon re ne, beşek jî ji notên lêkolînên meydanî yên FBIyê pêk tên.

Lîsteya tawanên seksê

Di yekê ji belgeyan de lîsteyek heye ku lêkolînerên FBIyê di Tebaxa 2025an de amade kirine.

Di vê lîsteyê de zêdetirî 12 tohmetên seksê yên "nepiştrastkirî" li dijî Trump hene.

Ew tohmet bi rêya "Navenda Operasyonên Gefên Neteweyî" (NTOC) hatine berhevkirin.

Berpirsên FBIyê diyar kir, ji ber ku naveroka hinek tohmetan "bêzar dike" bi koda zer hatine nîşankirin.

Hat diyarkirin ku piraniya agahiyan xwe dispêrin îxbarên xelkê û çavkaniyên destê duyem û negihîştine hemû çavkaniyan.

Dosyeya Jane Doe û îdiaya 13 saliyê

Di belgeyan de dosyeya ku wekî "Jane Doe" tê naskirin jî careke din ket rojevê.

Di tomarên FBIyê de tê îdiakirin ku zarokeke keçik sala 1994an dema ku 13 salî bûye, li mala Epstein a li New Yorkê ji aliyê Trump ve rastî destdirêjiyê hatiye.

Di belgeyan de îfadeyên wekî Jeffrey Epstein ji ber îdiaya ku Trump “keçîniya wê xera kiriye” hêrs bûye cih digirin.

Tê gotin ku dema sala 2016an ev îdia di medyayê de belav bûn, Epstein ji Tom Barrackê ku wî çaxî nûnerê taybet ê Trump ê Sûriyeyê bû re e-nameyek şandiye û gotiye:

"Ev rewşeke şeytanî ye lê divê hûn zanibin."

Hevdîtina li Mar-a-Lagoyê

Di yek ji wan dosyeyan de ku Wezareta Dadê belav kirine, belgeyeke hevdîtinê ya FBIyê ya bi dîroka 27-07-2021ê (Hejmar: SOD-NY-3027571 Serial 631) heye. Li vir îfadeya jinekê cih digire.

Li gorî belgeyê:

Ghislaine Maxwell, keçeke ciwan li New Yorkê biriye çalakiyekê û ew bi Trump re daye nasîn.

Trump û ew keç nêzîkî 20 xulekan axivîne. Paşê ew keçik hatiye vexwendin ku here Mar-a-Lagoyê û Trump ew li nav avahiyê gerandiye. Epstein û Maxwell jî li wir bûne.

Hat tomarkirin ku Maxwellê ji keçikê re gotiye, Trump jê hez kiriye û ev "derfeteke kêm" e.

Lê keçikê di îfadeya xwe ya ji bo FBIyê de gotiye ku di navbera wê û Trump de ti bûyera seksê rû nedaye.

Firînên bi "Lolita Express"ê

Di belgeyên Kanûna Pêşîn a 2025an de tê diyarkirin ku di destê dozgerên federal de tomar hene ku Trump salên 1990î çend caran bi balafira taybet a Epstein (ku di raya giştî de wekî "Lolita Express" tê naskirin) firiyaye.

Ev tomar, bi daxuyaniya Trump a sala 2024an a "Ez qet li balafira Epstein siwar nebûme" re nakok in.

Di e-nameyên sala 2018an de jî Epstein bi nivîskar Michael Wolff re gotûbêj kiriye bê ma dê çawa bersiva nûçeyên Miami Heraldê yên derbarê qurbaniyan de bidin.

Epstein gotiye: "Ez difikirim gelo Trump di vê rewşê de dê çi bike."

Wolff bersiv daye: "Ew qet daxuyaniya berfireh nade, tenê înkar dike û medyayê tohmetbar dike. Her tişt bi Donald Trump ve girêdayî ye."

Trump ragihandibû ku wî bi îdiaya ku Michael Wolff bi Epstein re komplo daniye gilih kiriye.

"Trump ne hevalê min e"

Li gorî tomarên ku hatine belavkirin, Çiriya Pêşîn a 2016an Wezîrê Gencîneyê yê berê Larry Summers ji Epstein pirsiye: "Gelo egera wê yekê heye ku Trump bi rastî bikarhênerê kokaînê be?" Epstein bersiva "Na" daye.

Tîrmeha 2017an jî dema Summers gotiye "Trump hevalê te ye", Epstein bersiv daye û gotiye: "Ew ne hevalê min e, min berê jî ev yek gotibû."

Wezareta Dadê di daxuyaniya xwe de parast ku hinek agahî şaş in an propagandaya medyayê ne û beriya hilbijartinên 2020î bi armanca zedekirina îtîbara Trump hatine belavkirin.

Trump jî heta niha îdiayên pêwendiya bi Epstein re red dike û dibêje ew tevlî çalakiyên sûc nebûye.