Trump nûçegihana ‘herî xerab’ diyar kir!

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişeke dijwar bir ser Pêşkêşkar û Rojnamegera CNNê Kaitlan Collinsê û ew wekî "nûçegihana herî xerab" pênase kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, doh li Koşka Spî konferanseke rojnamegeriyê saz kir û Collinsê li wir derbarê dosyeya Epstein de pirs jê kir.

Dema rojnamevana CNNê pirsî "Gotinên serok ji bo rizgarbûyî û qurbaniyên destê Jeffrey Epstein çi ne?", Trump bi hêrs bersiv da û rexne li reftar û şêwaza pirskirina wê girtin.

Trump ji Kaitlan Collinsê re got: "Tu gelekî xerab î. Tu dizanî? Tu nûçegihana herî xerab î, loma ne ecêb e ku ji ber kesên wekî te temaşekerên CNNê nînin."

"10 sal in min bişirîna te nediye"

Serokê Amerîkayê berê xwe da rojnamegerên amadebûyî û derbarê nûçegihana CNNê got:

"Ew jineke ciwan e lê bawer nakim qet min dîtibe ku dikene. 10 sal in ez te nas dikim û min qet bişirîn li ser rûyê te nediye.

Tu dizanî çima nakenî? Çimkî tu dizanî ku rast nabêjî û hûn dezgeheke bêwijdan in, divê hûn ji xwe şerm bikin."

Pêwendiya navbera Donald Trump û Collinsê xwedî dîrokeke dirêj a aloziyê ye ku ji sala 2018an ve bi qedexekirina Collinsê ya li Koşka Spî dest pê kiriye.

Trump heta niha gelek caran bi dijwarî êrişî Collinsê kiriye û jê re gotiye "kirêt", "bêaqil" û "nûçegihana herî xerab."