Rûdawê rewşa Kobaniyê ji Neteweyên Yekbûyî pirsî
New York (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric ji Rûdawê re ragihand ku kêmasiyên xizmetguzariyan li Kobaniyê berdewam dikin û ew hewl didin bi qasî ji destê wan tê alîkariyan bigihînin wir.
Me li Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê, rewşa li Kobaniyê ji Stephane Dujarric pirsî.
Dujarric di bersiva Rûdawê de piştrast kir ku kêmasiyên av, xwarin û dermanan li bajêr hene û hewl tê dayîn kar li ser wan bê kirin.
Rûdaw: Tenê şopandinek derbarê Kobaniyê de. Doh te behs kir ku hîn jî kêmasî di av, pêwendî, pêdiviyên bijîşkî, xurek û xizmetguzariyên din ên sereke de li wir hene. Ti agahiya nû di wê derbarê de heye? Gelo rêkeftinek di navbera Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de heye? Çima elektrîk ji bo xelkê Kobaniyê venagere?
Stephane Dujarric: Em têdigihin ku kêmasî hîn berdewam dikin. Bi baweriya min hewl tê dayîn kar li ser hemû pêdiviyan bê kirin. Li cem me, em hewl didin heta ew radeya ji destê me tê alîkariyan bigihînin û em hêvîdar in xelk di dema herî zû de ji hemû xizmetguzariyên sereke sûdmend bibe.
Rûdaw: Lê gelo personelên we yên li wir ji we re nabêjin sedem çi ye ku elektrîk û xizmetguzariyên sereke nevegeryane Kobaniyê?
Stephane Dujarric: Agahî li ba min nînin. Na, nînin.