Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pîşesaziyê yê Îmarata Erebî civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dubaiyê bi Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiya Bipêşketî yê Îmaratê Sultan Cabir re civiya û tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên di warê enerjî û teknolojiyê de kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Dubaiyê yê Îmarata Erebî bi Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiya Bipêşketî yê Îmarata Erebî Sultan Cabir re civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de "tekezî li ser girîngiya bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê yên di warên enerjî, çavkaniyên xwezayî û teknolojiyê de hat kirin."