Amerîkayê ji bo dan û standinên bi Îranê re mercên xwe eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, ew amade ne bi aliyê Îranî re bicivin lê divê tê de guftûgo li ser bernameya nukleer û mûşekan were kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Washingtonê li ser civîna bi berpirsên Îranê re bersiva pirsên rojnamegeran da.

Marco Rubio li ser dan û standinên bi Îranê re got, "Eger Îranî civînê bixwazin, em amade ne."

Rubio her wiha diyar kir ku divê di wê civînê de guftûgo li ser pirsa nukleerî ya wî welatî, bernameya mûşekî û komên nêzîkî wî welatî yên li Rojhilata Navîn were kirin.

Civîna Eraqçî û Witkoff

Ev gotinên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê di demekê de ne ku biryar e roja înê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Witkoff bicivin.

Li gorî medyaya Îranê, civîn dê li Umanê be lê Rubio dibêje, cihê civînê hîn nehatiye diyarkirin.

Destpêkirina van hewldanên dîplomatîk piştî wê yekê tê ku sala borî (Nîsan û Hezîrana 2025an), çendîn gerên dan û standinên nerasterast li Roma û Mesqetê hatibûn kirin.

Lê ji ber destpêkirina şerê Îsraîl û Îranê û êrişên Amerîkayê yên li dezgehên nukleerê, dan û standin hatin rawestanin.

Aloziyên Amerîka û Îranê

Civîna berpirsên Amerîka û Îranê di demekê de ye ku meha borî alozî di navbera her du aliyan de zêde bûn.

Ev yek piştî wê yekê hat ku Amerîkayê hêzeke zêde ber bi sînorên Îranê ve şand û wan jî dest bi amadekariya bersivdayînê kir.

Zêdebûna aloziyan piştî xwenîşandanên li Îranê bû ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê kiribûn.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, di wan xwenîşandanan de bi hezaran kes hatin kuştin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gef xwaribû ku eger kuştina xwenîşanderan bidome ew dê êrişî wî welatî bikin.