Trump û Xi Jinping bi telefonê axivîn: ‘Bila 2026an bibe sala aştiyê’
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî bi Serokê Çînê Xi Jinping re hevdîtineke "gelekî baş" a bi rêya telefonê pêk aniye.
Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê eşkere kir ku hevdîtin hûr û kûr bûye.
Di hevdîtinê de gelek mijarên girîng ên wekî bazirganî, pirsgirêkên leşkerî, rewşa Taywanê, şerê Rûsya û Ukraynayê û rewşa Îranê hatine gotûbêjkirin.
Serokê Çînê Xi Jinping di hevdîtina telefonî de ji Donald Trump re diyar kir ku Washington û Pekîn dikarin bi rêya "rêzgirtina dualî" û "avakirina pêbaweriyê" pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Xi Jinping xwest ku sala 2026an bibe sala "bihevrejiyana aştiyane" û hevkariyeke ku her du alî jî tê de qezenc bikin.
Li gorî medyaya fermî ya Çînê, Xi Jinping di hevdîtinê de amaje pê kiriye ku bi çareserkirina pirsgirêkan a "yeko yeko" û berdewamiya avakirina pêbaweriyê, rêyeke rast ji bo pêwendiyên her du zilhêzan tê dîtin.
"Taywan xeta sor e"
Serokê Çînê teqezî li ser dosyeya Taywanê kir û ew wekî "mijara herî girîng" a pêwendiyên Çîn û Amerîkayê pênase kir û got:
"Taywan axa Çînê ye û em parastina serwerî û yekparçeyiya axa xwe dikin.
Em ti carî rê nadin ku Taywan ji Çînê veqete."
Xi Jinping her wiha ji Trump xwest ku Amerîka di mijara firotina çekan a Taywanê de "bi baldarî" tevbigere.
Xi Jinping amaje pê kir ku sala 2026an ji bo her du welatan girîng e.
Çîn dest bi plana xwe ya 15an a pênc salî dike û Amerîka jî salvegera 250an a damezirandina xwe pîroz dike.
Her wiha her du welat dê mazûvaniya lûtkeyên APEC û G20ê bikin.
Xi Jinping xwest ku bi rêya diyalogê li ser cudahiyan bixebitin û derfetên hevkariya aborî firehtir bikin.
Bersiva Trump û pesndayîna Xi Jinping
Donald Trump di bersiva xwe de ragihand ku pêwendiya Amerîka û Çînê "pêwendiya dualî ya herî girîng a cîhanê ye."
Trump pesnê Serokê Çînê da û anî ziman:
"Pêwendiyeke min a gelekî baş bi Serok Xi Jinping re heye û ez rêzeke mezin jê re digirim."
Trump da zanîn ku di bin serkirdayetiya wan de Amerîka û Çînê di warên bazirganî û aboriyê de hevkariyeke erênî kiriye.
Serokê Amerîkayê kêfxweşiya xwe ya ji ber serkeftinên Çînê anî ziman û got ku ew amade ne hevkariyê xurttir bikin.
Trump derbarê dosyeya Taywanê de diyar kir ku ew "girîngiyê dide dilgiraniyên Çînê" û dixwaze di dema serokatiya xwe de pêwendiyeke biîstiqrar û baş bi Pekînê re biparêze.
Trump li ser aliyê aborî yê hevdîtinê hinek amar parve kirin û da zanîn ku Çînê kirîna fasulyeya soyayê ji bo vê sezonê derxistiye 20 milyon tonî û soz daye ku ji bo sezona bê 25 milyon tonî bikire.
Her wiha li ser kirîna petrol û gaza Amerîkayê û şandina motorên balafiran jî lihevkirin çêbûye.