Edward Snowden dixwaze vegere Amerîkayê
Navenda Nûçeyan- Şêwirmendê berê yê saziya ewlekariya neteweyî ya Amerîka, Edward Snowden ku ji sala 2013an de ji Amerîka derketiye û gelek dosyayên sîxuriyê yên CIA aşkere kirine, dixwaze vegere Amerîkayê.
Parêzerê Snowden li Moskoyê got, muwekilê wî Snowden dixwaze vegere Amerîka û niha têkiliyê ligel çend parêzerên din ên amerîkî û alman dike ji bo ku piştrast bibin ku ew dikare li Amerîkayê bimîne.
Parêzerê Snowden herwiha ragihand ku muwekilê wî dixwaze gerentî hebe ku dema ew vegere Amerîka wê rastî dadgeheke dadperwer bibe ku tê de bikaribe bergiriyê li xwe bike.
Edward Snowden niha li Moskovê dijî û mohleta mana wî bi awayekî demkî heye, lê tevî ku Hikûmeta Amerîkayê wî dixwaze û pasporta wî jê sitendine, lê dîsa jî dixwaze vegere welatê xwe.
Hîna Amerîka bi awayekî fermî ti daxuyaniyek li ser veger yan venegerandina Edward Snowden nedaye.