Trump: Me zêdetirî 9 hezar welatiyên xwe ji Rojhilata Navîn vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di destpêka operasyona li dijî Îranê de, zêdetirî 9 hezar welatiyên Amerîkayê bi silametî ji Rojhilata Navîn vegeriyane welatê xwe.

Trump îro (04.03.2026) di daxuyaniyekê de bangî wan welatiyên xwe kir ku hîn li Rojhilata Navîn mane û dixwazin vegerin.

Trump xwest ku welatî demildest bi rêya malpera "Step.State.Gov"ê navê xwe li Wezareta Karên Derve qeyd bikin.

Serokê Amerîkayê eşkere kir ku wezaret bi rêya vê sîstemê cihê welatiyan diyar dike û ji bo wan baştirîn vebijêrka geştê dabîn dike.

Balafirên belaş hatine dabînkirin

Serokê Amerîkayê da zanîn ku hikûmeta wî dest bi dabînkirina balafirên taybet ên "belaş" kiriye da ku Amerîkiyan veguhêze.

Her wiha wî diyar kir ku vebijêrkên geştên bazirganî jî hatine dabînkirin.

Trump pêşbînî dike ku dê bi demê re geştên zêdetir ji bo wan kesên ku dixwazin herêmê biterikînin hebin.

Telefona taybet a Wezareta Karên Derve

Trump di beşeke din a peyama xwe de destnîşan kir ku welatiyên Amerîkayî dikarin di her dema şev û rojê de (24/7) bi tîma taybet a Wezareta Karên Derve re bikevin têkiliyê.

Welatî dikarin bi vê hejmara telefonê pêwendiyê deynin: +1-202-501-4444[1].

Ev pêngava Washingtonê piştî wê yekê tê ku ji ber şerê rasterast ê di navbera Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê de, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hişyariya asta çaremîn (metirsîdar) ji bo 14 welatên herêmê dabû.

Wezaretê daxwaz ji welatiyên xwe kiribû ku di dema herî zû de Rojhilata Navîn biterikînin.