Trump: Me rê li ber çekên nukleer ên Îranê girt

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişa ewil a li ser Îranê wiha parast: "Eger me gava ewil neavêta, wan dê heman tişt bi Îsraîlê bikira û heke ji destê wan bihata, wan dê heman tişt bi me jî bikira."

Serokê Amerîkayê Trump di civîneke de li Qesra Spî de rojeva Îranê nirxand.

Trump teqez kir ku Îran bi salan e dibe sedema neseqamgîriyê li herêmê û destnîşan kir ku "rejîma Îranê avahiyeke li dijî berjewendiyên Amerîkayê ye."

Serokê Amerîkayê derbarê êrişa beriya ku Îran êrişî wan bike de got:

"Eger me gava ewil neavêta, wan dê heman tişt bi Îsraîlê bikira û heke ji destê wan bihata, wan dê heman tişt bi me jî bikira."

Trump anî ziman ku niha ew di "cihekî bihêz" de ne û artêşa Amerîkayê û ya Îsraîlê dê bi hev re vê proseyê bi rê ve bibin.

Donald Trump di berdewamiyê jî de got, "Eger me di Hezîranê de di nava du hefteyan de êriş nekira, wan dê xwediyê çekên nukleer bûya.

Eger me êrişên B-2yan nekira, ew dê xwediyê çekên nukleer bûna."

Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya doh de ew nêrînên ku dibêjin "Îsraîlê em kişandine nava şerê bi Îranê re" red kiribûn û gotibû, "di rastiyê de dibe ku min bixwe Îsraîlê zor lê kiribe."

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio piştî brîfînga Îranê ya ji bo endamên Kongreyê, ji rojnamegeran re gotibû:

"Me nedikarî em li bendê bin ku piştî ew ji aliyê welatekî din (Îsraîl) ve werin lêdan, derbeya ewil li me bidin.

Îsraîlê êrişî wan kir, paşê wan (Îran) êrişî me kir û em li bendê man ku ew zêdetir êrişî me bikin, di vê rewşê de dê windahî û kuştî zêdetir bûbûna.

Ji bo ku em pêşî li zererên zêdetir ên li me bigirin, em bi awayekî proaktîf û ji bo parastinê tevgeriyan."

Di medyaya Amerîkî de piştî gotinên Rubio, gelek nirxandin hatibûn kirin ku Amerîka ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kişandin nava şerê Îranê.

Êrişên Amerîka-Îsraîlê yên li ser Îranê

Îsraîl û Amerîkayê di demekê de ku dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de berdewam dikirin, di 28ê Sibatê de êrişa leşkerî li ser Îranê dan destpêkirin.

Îranê jî li gel Îsraîlê, li hemberî wan welatên herêmê ku baregehên Amerîkayê lê ne, bi taybetî Qeter, Îmarat û Behreynê, bi êrişan bersiv da.

Di êrişên Amerîka-Îsraîlê de, li gel Rêberê Îranê Ayetulah Elî Xamineyî, gelek rayedarên payebilind ên Îranê hatin kuştin.