Zelensky: Rûsya tawana şer kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê bi kanala CBS a Amerîkî re hevdîtinek kir û li ser şerê Rûsya û Ukraynayê çend nirxandin kirin. Volodymyr Zelensky diyar kir ku Artêşa Rûsyayê li bajarê Buchayê 'sivîl kuştine û tawana şer kiriye'.

Piştî vekişîna Rusyayê ya ji derdora Kyivê hejmareke zêde ya termên sivîlan hat dîtin. Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky derbarê wan dîmenan de ji kanala CBS a Amerîkî re got, divê Serokê Rusyayê Putin jî di nav de hemû fermandarên ku ew tawan kirine bêne darizandin.

Serokê Ukraynayê herwiha di axaftineke vîdyoyî de jî behsa rewşa bajarê Bucha li bakûrê rojavayê Kyivê dike.

Zelensky di vê axaftina xwe de soza mekanîzmayeke 'taybet' dide daku tawanên Rûsyayê yên li bajarê Buchayê lêkolîn bike.

Di berdewama axavtina xwe de Zelensky bi hêrs bang li Rûsyayê dike û dibêje, “Çima li bajarekî aram, mirovên sivîl bi îşkenceyê hatine kuştin? Çima di demeke ku jinan guharên xwe xistine guhên hatin xeniqandin? Çawa jin dikarin li ber çavên zarokên xwe rastî tecawizê bên û bên kuştin? Piştî ku dimirin çawa dikarin bedenên wan bêne parçekirin? Çima bi tankan ser cenazeyên mirovan re çûn? Bajarê Buchayê çi bi Rûsyaya kiribû? We çawa ev hemû tawan encam dan?”

Serokê Ukraynayê daxwaz ji Angela Merkel Seroka berê ya Almanyayê û Serokê berê yê Fransayê Nikolas Sarkozy kir ku serdana Buchayê bikin û rastiyê bi çavên xwe bibînin.

Zelensky herwiha dibêje, vekişîna hêzên Rusyayê ji hin deveran taktîkek e û bi dehan caran Rûsyayê hewl daye ku bajarên Ukraynayê bi dest bixe.

Serokê Ukrayanyê anî ziman ku Rûsyayê bala xwe daye ser rojhilatê Ukraynayê û ji bo ku Kirim û Donbasê bigihîne hev hêzên xwe dibe wir û Çeçenan li wir bi cîh dike.

Rêveberê bajarokê Buchayê Anatoly Fedork jî anî ziman ku, herî kêm 300 sivîl hatine kuştin lê Rûsya kuştina sivîlan li bajarokê Buchayê red dike.