Verena Schaffer: Berlîn li pêşiya parastina Êzidiyan asteng e
Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmet û Parlamentoya eyaleta Nordrhein-Westfalenê (NRW) ya Almanyayê, ji bo dayîna mafê mayînê (îqame) ya penaxwazên Kurdên Êzidî biryarek derxist.
Lê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ya li Berlînê, bicihanîna vê biryarê red kir.
Vê yekê di navbera eyaletê û hikûmeta federal de alozî derxist.
Wezîra Koç û Entegreyê ya eyaleta Nordrhein-Westfalenê Verena Schafferê di hevpeyvîneke taybet a li gel nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno de dilgiraniya xwe ya ji ber astengiya Berlînê anî ziman.
Verena Schafferê diyar kir ku berpirsyariyeke taybet a Almanyayê li hemberî Kurdên Êzidî heye, bi taybetî piştî ku Parlamentoya Federal tawanên li dijî Kurdên Êzidî wekî komkujî nas kirin.
Schafferê tekez kir ku eyaleta wan bi dilxweşî dixwaze mafê parastin û mayînê bide Kurdên Êzidî lê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê rêgir e.
"Êzidî bi civakê re bûne yek"
Schafferê destnîşan kir ku civakeke mezin a Kurdên Êzidî li eyaleta wan dijîn û da zanîn ku Êzidiyan bi awayekî gelekî baş xwe bi civakê re guncandiye û bûne beşek ji civaka pirreng a eyaletê.
Verena Schafferê biryara Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê wekî "biryareke xelet" pênase kir.
Wezîra Koç û Entegreyê ya eyaletê ragihand ku ew dê di konferansa bê ya wezîrên koç û entegreyê ya li seranserî Almanyayê de bixebitin ku vê pirsgirêkê çareser bikin.
Nordrhein-Westfalenê (NRW) wekî yek ji wan eyaletan tê naskirin ku herî zêde Kurdên Êzidî lê dijîn û saziyên eyaletê hewl didin rê li ber dersînorkirina wan bigirin.