Jinekê rastî ji Donald Trump re gotin
Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji kêliyên herî girîng ên şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê, ne di qada şer de lê li pişt deriyên girtî yên Ofîsa Oval a Koşka Spî rû da.
Li wir ne mûşekek, ne êrişeke dronan û ne jî daxuyaniyeke leşkerî hebû lê bûyerek çêbû ku dibe ku berê şer guhartibe.
Susie Wiles, Birêvebira Dîwana Koşka Spî ye. Ew yek ji wan kesên herî pêbawer ên Donald Trump e û jina yekem e ku di dîrokê de gihîştiye vê postê.
Susie Wilesê bi şêwirmendên bilind ên îdareya Donald Trump re civînek kir.
Wilesê di wê civînê de peyamek gihand Serok ku kêm kesên li derdora wî amade bûn jê re bibêjin: Şer di warên herî hesas de rûbirûyî şikestinê dibe.
Ew şikestinên ku Wilesê behsa wan kir ne di eniyên şer de bûn, belkî di rapirsiyan û rewşa aborî ya welatiyên asayî yên Amerîkayê de bûn.
Ew rastî di civîn û konferansên rojnamegeriyê de ji bo Donald Trump û xelkê nedihatin gotin.
Wilesê rasterast ji hevkaran re ragihand ku divê ew “bi awayekî eşkeretir bi Serok re biaxivin.”
Wê daxwaz kir ku dev ji gihandina wan gotinan berdin ku Donald Trump hez dike bibîhîse, li şûna wê wan rastî û amaran jê re bibêjin ku divê jê agahdar be.
Li gorî berpirsekî Koşka Spî ku ji medyaya Amerîkayê re axiviye, Wiles dilgiran bûye ku şêwirmendan di hundir de wêneyekî bedew li ser dîtina şer daye Serok û tiştên ku wî xwestiye bibîhîse jê re gotine, ne tiştê ku pêwîst bû bizanibe.
Berpirsekî din ê ku ji guftûgoyên hundirê Koşka Spî agahdar e, diyar kir ku Wilesê hevkariyên xwe yên di îdareya Trump de teşwîq kirine da ku bi taybetî li ser metirsiyên siyasî û aborî li gel Trump rastgoytir bin.
‘Şazadeya Qeşayê’ di navenda krîzê de ye
Ji bo fêmkirina girîngiya vê gavê, divê mirov bizanibe Susie Wiles kî ye.
Susie Wiles kesayetiyeke naskirî ya li ser ekranên televizyonên Amerîkayê nîne, konferansên rojnamegeriyê nake û di torên civakî de jî ne çalak e.
Dema ku alozî aramiya nav Koşka Spî dixin bin metirsiyê, ew bi nermî deriyan dadixe û karên xwe bi rê ve dibe.
Donald Trump ji ber kesayetiya wê ya bihêz nasnavê “Şazadeya Qeşayê” lê kiriye.
Wilesê kampanya hilbijartina serokatiyê ya Donald Trump a 2024an dimeşand û bi salan e wekî yek ji stratejîstên siyasî yên herî pêbawer kar dike.
Niha jî yek ji ofîsên herî bihêz ên cîhanê bi rê ve dibe, li gel vê yekê jî tedawiya penceşêra pêsîrê dibîne.
Ew van hemû karan dike bêyî ku kêliyekê jî ji xebatê sar bibe.
Ew aramiya Wilesê sedema sereke ya girîngiya desttêwerdana wê ya di nav ofîsa Serokê Amerîkayê de ye, çimkî ew bi hêsanî zengila hişyariyê lê naxe.
Vîdeoyên kurt ên berê sibehê
Donald Trump rojên destpêkê yên şer bi dîtina vîdeoyên kurt ên leşkerî dest pê dikir ku ji aliyê Pentagonê ve dihatin amadekirin.
Ew vîdeoyên ku bi baldarî hatibûn hilbijartin, serkeftinên şer û êrişên hûr nîşan didan.
Wan vîdeoyan wêneyekî destkarîkirî û montajkirî yê şer nîşan didan, ne hemû şer û encamên wî.
Lê wêne li derveyî Koşka Spî bi temamî cuda bû. Bihayê benzînê ji 4 dolarî derbas bû û bazar rûbirûyê daketineke berbiçav bûn.
Rapirsiyan jî amaje bi encameke diyarker dikir ku şer bûye sedema daketineke zêde ya rêjeya razîbûna Amerîkiyên ji serokê wan.
Wê demê, tîma derdora Trump berdewam bûn li ser dilniyakirina Trump û dûrxistina wî ji zanyarî û amarên neyînî.
Wan wêneyekî destkarîkirî yê rewşê pêşkêşî Donald Trump dikir ku qebûlkirina wê hêsan bû.
Wilesê rastiyên naxweş ji Serok re gotin
Dema ku serokek biryarên çarenûsî yên jiyan û mirinê li ser bingeha agahiyên hilbijartî dide, ev ne tenê mijareke siyasî ye, pergalek e ku dibe sedem şer ji kontrolê derkevin.
Susie Wilesê ji vê hevkêşeyê fêm kiribû. Wê bi hefteyan çavdêriya çêbûna vê rewşê dikir: Konferansên rojnamegeriyê, dudiliya di gihandina nûçeyên naxweş de û hewildanên ku tenê wan zanyariyan bigihînin fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Amerîkayê da ku berê sibehê aramiyekê ji bo wî çêbikin.
Ji ber van sedeman Wilesê desttêwerdan kir. Wê hevalên xwe teşwîq kirin ku li gel serokê xwe rastgo bin, paşê wê bi xwe rasterast bi zanyarî û rastiyan re rûbirûyî Donald Trump bû.
Bandora rastgoyiya Wilesê ya li gel Trump yekser derket holê. Şêwaza axaftina giştî ya Donald Trump guherî.
Gotara wî ya 1ê Nîsanê, tevî bikaranîna zimanekî tund, di naverokê de ber bi bidawîkirina şer ve bû, ne berfirehkirina wî.
Alîkarê Serok, JD Vance niha bi awayekî çalak li ser mercên agirbestê dixebite.
Ew maweya ku Donald Trump û berpirs behsa wê dikin ku du-sê hefte ne, ne tenê dîtineke jirêzê ye, planeke stratejîk e ji bo bidawîkirina şer.
Girîngiya vê mijarê çi ye?
Dîrok bi mînakên wan şêwirmendan tijî ye ku tenê ew tişt ji serokên xwe re gotine ku serokan xwestiye bibîhîsin.
Di encamê de jî karesatên mezin çêbûne; şer ji ya pêwîst zêdetir dom kirine, aborî bi bêdengî hilweşiyane, di heman demê de jî konferansên rojnamegeriyê wêneyekî geşnîşander nîşan dane.
Di wan kêliyên çarenûsî de ku dibe ku yek dengekî rastgo yê di jûrê de karibe berê bûyeran biguhere, ew deng nehatiye bihîstin û bêdengî hatiye tercîhkirin.
Lê Susie Wilesê rêyeke cuda hilbijart. Di bajarekî de ku siyaset li ser bingeha xweşkirina dil û veşartina rastiyan bi rê ve diçû, ew çû hundirê jûra herî girîng a cîhanê û rastî eşkere kirin.
Wilesê mûşekek neteqand û konferansekî rojnamegeriyê nekir. Wê tenê ew kar kir ku hejmareke pir kêm a siyasetmedaran amade ne bikin: Tenê rastî ji Donald Trump re gotin, ku dibe ku ev di vî şerî de gava herî bibandor a kesekî bi tena serê xwe be.