Trump: Berî ku dojeh bi ser wan de bibare 48 saet man
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump dîsa gef li Îranê xwar û got, "Wext diqede, 48 saet man berî ku dojeh bi ser wan de bibare."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hişyariyeke tund a nû ji Îranê re şand.
Donald Trump di peyama xwe de ragihand ku dema Îranê ya ji bo çêkirina peymanekê diqede û got:
"Bînin bîra xwe min 10 roj wext dabû Îranê da ku peymanekê pêk bîne an jî Tengava Hurmizê veke. Wext diqede - 48 saet man berî ku dojeh bi ser wan de bibare."
"Xistina balafiran dê bandorê li dan û standinan neke"
Serokê Amerîkayê Donald Trump berî çend saetan di daxuyaniyekê de gotibû:
“Xistina balafirên şer ên ji aliyê Îranê ve dê bandorê li dan û standinên îhtîmalî yên bi birêvebiriya Tehranê re neke.”
Trump êrişên li dijî Îranê wekî “operasyoneke leşkerî ya gur û hesas” nirxand.
Serokê Amerîkayê her wiha anî zimên ku şêwaza belavkirina nûçeyên derbarê vê bûyerê ya li nav welêt ew dilşikestî kiriye.