Hewlêr (Rûdaw) – Di rapora Komîteya Peywendiyan a Ciivata Lordên Birîtanyayê de hatiye gotin ku Kurd hevalbendeke girîng in lê nabe Birîtanya piştevaniya hewla serxwebûna Kurdan bike li Iraqê.
Komîteya Peywendiyan a Civata Lordên Brîtanya raportek weşandiye û têde behsa dirustbûna dewleta Kurdistanê dike.
Di raportê de hatiye ragihandin ku berevajoyê sedsala 20êmîn li piraniya welatên Rojhilata Navîn desthilatdariya navendî lawaz bûye û bandora hikûmetên navendî li her dera welat ne wekhev e, û li gelek herêman kêm bûye.
Di raporê de cih daye nêrînên gelek pisporan û yek ji wan jî endamê Ensîtutiya Chatham Housê Dr. Renas Mansiur e û ew dibêje: “Kurdên Iraqê bi hêza xwe ya Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de xwe dame selmandin. Şerê DAIŞê ji bo Kurdan xaleke girîng bû ku bi saya wê piştgiriya 62 dewlatan standine.”
Ew raport dibêje Kurdan welatekî defakto çêkirine û ji aliyê Bexdayê ve jî bi fermî hatiye nas kirin û kurd ber bi dewletbûnê ve diçin.
Herwiha di raportê de tê gotin ku Kurd hevdem hevpeymaneke girîng e ş pêwîst e ku Birîtanya ji aliyê aborî û serbazî ve piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike lê nabe piştevaniya hewla serxwebûna ku Kurdan bibin dewlet bike.
Civata Lordên Birîtanya avakirina dewleta Kurdistanê dûr dibîne û dibêje Kurd bixwe ji aliyê siyasî ve di mijara de ne yek deng in.
Endamekî civata lordan: Tirkiyê dewleta Kurdan qebûl nake
Herwiha Endamê Civata Lordên Berîtanya Baron Disey dibêje razîbûna Iraq û Sûriyê li ser avabûna dewleteke Kurdî hêsane lê Tirkiyê zehmete qebûl bike.
Baron Disey di beşekî raporê de behsa pêgeha Kurdan û pêşbîniya serxwebûna Kurdistanê kiriye, ji Rûdawê re axiviye û got ew di wê bawerê de ye Kurdistan bibe dewlet.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse