Yekîtiya Ewropayê bangî Îsraîl û Sûriyeyê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê (YE) ji berpirsên Sûriyeyê xwest ku pevçûn û tundiya li hundirê welêt biqedînin û rêzê li qanûnên navneteweyî bigirin.
Her wiha Yekîtiya Ewropayê ji Îsraîlê jî xwest ku êrişên xwe yên asmanî yên li wî welatî rawestîne û rêzê li "serweriya" Sûriyeyê bigire.
Komîsera Rêvebiriya Qeyranê ya Yekîtiya Ewropayê Hadja Lahbibê, di daxuyaniya xwe ya li ser Xê de, hişyarî da Îsraîl û Hikûmeta Sûriyeyê.
Hadja Lahbibê di parvekirina xwe de wiha got:
"Ez ji tundiya zêdebûyî ya li Sûriyeyê dilgiran im. Ez daxwaz dikim ku ev tundî di demeke herî kurt de bi dawî bibe.
Ez ji hemû aliyan dixwazim ku rêzê li qanûnên navneteweyî yên mirovahiyê bigirin û parastina bêcudahî ya hemû sivîlan, di nav de xebatkarên alîkariyê yên mirovahî jî, misoger bikin."
Alarmed by the unfortunate escalation of violence in Syria.
— Hadja Lahbib (@hadjalahbib) May 3, 2025
I urge an immediate end to the violence and call on all parties to respect International Humanitarian Law and ensure the protection of all civilians, without discrimination, including humanitarian workers. https://t.co/I6fGEo2Suw
Hefteyê borî li taxên Şamê, tundî û pevçûnên di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û çekdarên Durzî de bûn sedema mirina 119 kesan ku piraniya wan Durzî bûn.
Li aliyê din, Îsraîlê jî li herêmên cuda yên Şamê, her wiha li herêmeke nêzîkî Qesra Serokatiya Sûriyeyê jî, çend êriş pêk anîn.
Serokwezîrê Îsraîlê jî diyar kir ku armanca van êrişan parastina jiyana Durziyan e.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got: "Em dê destûrê nedin şandina hêzan ber bi başûrê Şamê ve yan jî ti tehdîdên li dijî gelê Durzî."
Li aliyê din, Berdevkê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Anwar Annuni, êrişên Îsraîlê yên berdewam ên li ser Sûriyeyê rexne kir û ji hemû aliyan xwest ku rêzê li yekparçeyiya axa Sûriyeyê bigirin.
Berdevk li Brukselê di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane de got:
"Yekîtiya Ewropayê, ji hemû aliyên têkildar dixwaze ku rêzê li tevahiya erdnîgarî û serweriya Sûriyeyê bigirin."