Dr. Patrick Fähnle: Yasayîkirina heşîşê karê dezgehên ewlehiyê zehmettir kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Giştî ya Stuttgartê eşkere kir ku Yasayîbûna heşîşî karê dezgehên ewlehiyê zehmettir kiriye.

Serdozgeriya Giştî ya Stuttgatê ya Almanyayê li ser rewşa ewlehiyê yasayîbûna heşîşê  ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Li gorî gotina Serdozgeriya Giştî Stutgartê yasayîbûna bikaranîna bi merc a heşîşê li wî welatî, barê ser sazî û dezgehên ewlehî û dadweriyê kêm nekiriye, belku karê serdozgeriya giştî ya bajêr hêj bêtir zehmet kiriye û astengiyên nû derxistine holê.

Yasaya ku Nîsana par ket warê cîbicîkirinê, rê dide kesên 18 salî û mezintir, di bin şert û mercên diyarkirî de heşîşê bikar bînin.

Alîkarê Berdevkê Serdozgeriya Giştî ya Stuttgartê Dr. Patrick Fähnle bi rêya emailê bersiv da edîtora nûçeyan a Rûdawê Kehî Mehmûdê.

Dr. Patrick Fähnle diyar kir ku ti givaş li ser fermangeha wan kêm nebûye.

Wî nivîsandiye, ji wê dema ku yasa di Nîsana 2024an de ketiye warê cîbicîkirinê û dibêje, "Me ji nû ve li nêzîkî 7 hezar dosyeyên tawanan ên bi heşîşê ve girêdayî nêriye ku berê li gorî yasaya kevin a madeyên hişber biryar li ser hatibûn dayîn."

Li gorî yasaya nû, kesên hîjdeh salî û mezintir dikarin li derveyî malên xwe 25 gram heşîş bi xwe re hilgirin û heta 50 gramî li malê li cem wan hebe.

Her wiha dikarin sê şitlên heşîşê biçînin, bi wî mercî ku tenê ji bo xwe bikar bînin û nefroşin.

Berdevkê Serdozgeriya Giştî ya Stuttgartê dide zanîn ku piştî derketina yasaya nû, ew neçar mane ku yek bi yek li wan dosyeyan binêrin ku berê bi yasaya kevin hatibûn cezakirin, da ku eger cezayek li tohmetbarekî hatibe birîn û hêj dema cezayê wî mabe, ji zindanê bê derxistin.

Dr. Fähnle behsa wê yekê dike ku ev karê wan westandineke zêde jê re pêwîst e.

Her wiha ji destpêka îsal ve, rê li ber wan kesên ku berê bi heşîşê hatibûn tawanbarkirin hate vekirin ku di Tomara Sîstema Dadweriya Federal a Almanyayê de, daxwaza jêbirina paşxaneya tawanan bikin.

Berdevkê Serdozgeriya Giştî ya Stuttgartê dibêje: "Ofîsa Serdozgeriya Giştî, wekî saziya cîbicîkirina yasayê, divê ji nû ve li hemû daxwazî û dosyeyan binêre."

Dr. Fähnle eşkere dike ku tevî ku yasaya nû ew gilî kêm kirine yên ku li ser bikaranîna miqdarên kêm ên heşîşê tên tomarkirin lê yasayê bi xwe barê ser saziyan zêde kiriye.

Dr. Patrick Fähnle dibêje, "Hin caran rêbazên yasayî yên ne zelal pêwîstî bi ferman û biryarên dadgehên bilind heye, ku ev yek jî givaşek zêdetir dixe ser sîstema dadweriyê."

Her wiha ew behsa wê yekê dike ku ji ber guhertinan, lêkolîn jî zehmet bûne. Ew herwiha dibêje: "Lêkolîn zehmet bûne, ji ber ku hin riyên lêkolînê, wek çavdêrîkirina telefonê, êdî ji bo hin sûcên diyarkirî destûr pê nayê dayîn."

Li gorî gotina Dr. Fähnle, çavdêrîkirin û lêkolîna li ser wan bazirganan jî dijwartir bûye yên ku miqdarekî kêmtir heşîş difiroşin.

Dr. Fähnle derbarê bandora yasaya nû li ser ciwanan tekez kir ku her çend tomarkirina tawanan ên bi heşîşê ve girêdayî li ser ciwanan di encama yasayîkirina hebûna miqdarekî sînordar ê heşîşê de kêm bûye jî, ne merc e ku bikaranîna vê madeya hişber ji aliyê ciwanan ve kêm bûbe.

Li gorî medyaya Almanî, ji wê dema ku yasaya nû ketiye warê cîbicîkirinê, bikaranîna heşîşê li Stuttgartê sedî 13 zêde bûye.

Deqa pirs û bersivan wisa ye:  

Rûdaw: Yasayîbûna heşîşê çi digihîne sîstemê dadwerî?

Dr. Patrick Fähnle: Piştî yasakirina heşîşê, heta niha çi asankarî ji bo Serdozgeriya Giştî ya Stuttgartê peyda nebûne

Ji cîbibûna vê yasayê, ji  Şûbata 2024ê, Li Serdozgeriya Giştî ya Stuttgartê nêzîkî 7000 doz hatine vekirin, yên hêj li ser benemayê yasaya Madeyên Bêhişker nehatine cîbicîkirin yan yên ji ber tawanên dîtir ji bo cêbecêkirinê di vekolînan de ne. 

Bargiraniyeka din ji bo Serdozgeriya Giştî ya Stuttgartê wekî cîbicîkerê Yyasayê çêdibe, ji  01.01.2025  derfeta jinavbirina navûnîşanan di lîsteya Fermangeha Federaliyê ji bo tomarkirina tawanan de heye.  Ji ber vê yekê jî pêwîst e Serdozgeriya Giştî ya Stuttgartê pêdeçûna doza her mirovekî bike.

Hebûna mîqdara rêpêdayî ya heşîşê bûye egera kêmbûna hejmara dozan ji ber hilgirtina heşîşê lêbelê rênmayên nezelal yên yasayê  ya wergirtina biryarên Dadgehên Bilindtir neçar dike bûne egerê bargiraniyeke din ji bo sîstema dadweriyê. Pêdaçûna tawanan bi awayekê aloz bûye. Ji ber guherînên yasayê yên hin rênamyên vekolînan, weke binçavkirina telefonê, nehêlane. Zêdebarî wê, yasayîkirina mîqdarê (heşîşê) şopandina bazirganên biçûk bi asteng kiriye.

Rûdaw: Di nav gencan de tawanên girêdayî madeya bêhişker a heşîşê çawa ne?

Dr. Patrick Fähnle: Hilgirtina heşîşê nabe tawanek, loma ev dibe egera kêmbûna tawanên girêdayî heşîşê dinav gencan de jî lê ev yek serederiya bikaranîna wan diyar nake.

Rûdaw: Serediya gencan çawa ye, bikaranîn di nav gencan de zêde bûye?

Dr. Patrick Fähnle: Datayên birêveçûna bikaranîna heşîşê li ber destê Serdozgeriya Giştî ya Stuttgartê nînin. Li vê derê em amarên rapirsiya paytexta herêmî Stuttagrtê pêşniyar dikin, wan di dawîn car de behsa babetê kiriye û di encamên xwe diyar dike ku bikaranîna deşîşê di vê  sale de ji sedî 13 zêde bûye. Ev vekolîne negihiştiye Serdozgeriya Gitştî ya Stuttgartê lê li ser binemayê wê, tê texmîn kirin ku bikaranîn di nav gencan de jî zêde bûye.

Rûdaw: Hilwişanda yasayê dê çi encaman dirust bike?

Dr. Patrick Fähnle: Nikarim vê pirsyarê bersiv bidim, ji ber ku girêdayê darêjtina konrêt a yasayê ye.

Rûdaw: Ji destpêka cîbicîkirina yasaya heşîşê bazarê reş çawa hatiye guherandin?

Dr. Patrick Fähnle: Amarên fermi tune ne. Bazarê reş bi vî awayî hatiye guherîn ku bikirê heşîşê di çarçoveyê yasaya 34 benda 1 jimare 12 a KcanG nabe tawanbar. Loma yasayîkirina heşîşê nebûye egera lawazkirina bazarê reş.

Yasaya heşîşê çi ye û kengî hatiye sepandin?

Hikûmeta ALmanyayê di Kabîneya Olaf Scholz Yasaya Heşîşê pesend kir û di 1ê Nîsana 2024ê hat cîbîcîkrin. Heta wê rojê heşîş wekî madeyên bêhişker li seranserî Almanyayê qedexe bû. Li gorî vê yasayê rê bi wê yekê hat dayîn ku kesên di jêr 18 saliyê de heta 25 graman dikarin heşîşê bikar bînin.

Mercên bikaranîna heşîşê li gor yasaya 2024ê ya Almanyayê

             Bikarhêner dive di jêr 18 saliyê de be

             Heta 25 gramên heşîşê ji bo her bikahênerekî yasayî ye

             Bazirganîkirin bi heşîşê qedexe ye

             Çandin tenê bi moleta saziyên hikûmî û tenê ji bikaranîna xisusî yasayî ye

             Komelgehên çandina heşîşê tenê ji bo bikaranîna endamên komê ne, nabe bazirganî bi berhemê wan were kirin. Nabe her endamek zêdetir ji 25 graman rojane û 50 graman mehane werbigire.

             Komelgehên Çandina Heşîşê û bikarînîna wê divê 200 metran dûr bin ji qutabxaneyan, saziyên zarok û gencan, baxçeyên zarokan û cihên werzişî yên giştî bin.