Kerry: Hilbijartinên serokatiya Sûriyê “Bê wate ne”
Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Amerîka, Jon Kerry ji paytexta Libnanê, Beyrûtê ragihand ku hilbijartinên serokomarî li Sûriyê “Nayên hisabkirin û bê wate ne.”
Wezîrê Derve yê Amerîka, Jon Kerry îro, Çarşemê bi serdaneke ji nîşkê ve gihîşte Beyrûtê û ligel Serokwezîrê Libnanê Temam Selam û Serokê Parlamentoya Libnanê Nebîh Birrî herwiha Petrikê Maronî, Bişare el-Raîy civiya.
Jon Kerry biştî civîna xwe konfransekî rojnamevanî lidarxist ku tê de balkişand li ser hilbijartinên serokatiya Sûriyê, ku duh Sêşemê birêve çûn, û got ku “Ew hilbijartin nayên hisabkirin û nerewa ne.”
Herwiha Kerry balkişand li ser hejmara zêde ya penaberên Sûriyê li Libnanê, ku 1 milyon derbaskirine, û ragihand ku welatê wî 290 milyon dolarê din bo welatên ku penaberên Sûrî dihewînin amade kiriye û got: “Libnanê ket bin barekî mezin de bi pêşwazîkirina penaberên Sûriyê.”
Derbarê krîza ku ev 4 salin li Sûriyê qewimiye jî, Wezîrê Derve yê Amerîka got:“Bandora krîza Sûriyê li ser Libnanê mezin bû” herwiha tekez kir ku welatê wî “Bêgirî parastina aramî, serwerî û seqamgiriya Libnanê ye.”
Herwiha Kerry carek din tekez kir ku take rê bo çareserkirina krîza li Sûriyê “Çareseriya siyasî” ye.
Ji aliyek din ve Jon Kerry amaje bi nakokiyên navbera aliyên siyasî li Libnanê kir li ser pirsa diyarkirina serokekî bo w î welatî û da zanîn ku wî ti destpêşxerî di vî warî de pêşkêş nekirine lê tekez kir ku “Valayiya kursiyê serokatiyê li Libnanê rewşê aloztir dike.”
Di dawiya gotinên xwe Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand ku “Pêwîste acîndeyên derve bandorê li ser hikûmeta Libnanê nekin.”