Navenda Nûçeyan – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo boksorê navdar Mihemed Elî ku îro mir, peyamek belav kir.
Hevserokên HDPê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag ragihandin ku Mihemed Elî ji aliyê qenciyê ve boksorek minak bû.
Demirtaş û Yuksekdag di peyama xwe de wiha gotin: “Em bi mirina boksorê navdar Mihemed Elî xemgîn bûn. Mihemed Elî ne bi tenê ji aliyê teknîkî xwe, herwiha ji aliyê mirovî, aştî, biexlaqî ve jî minak bû.”
Mihemed Elî nexweşîya Parkînsonê pê ra hebû duh ji ber nexweşiya behçikînê rakirin nexweşxaneyê.
Berdevkê malbatê Bob Gunnellê ji kanala NBC re ragihand Elî wefat kir.
Mihemed Elî digel boksoriya xwe bi alîkariya xwe ya ji bo misilmanan û tevgerên reşikan ên li Amerîkayê bibû efsane. Elî ji sala 2014an vir va nexweş bû û car caran li nexweşxaneyê dihat dermankirin.
Boksorê navdar herî dawîn 8ê Nîsanê li bajarê Arîzonayê beşdarî organîzasyona alîkariyê ya bi navê Celebrity Fight Nightê bibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse