Seroka Şaredariya Parîsê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir, ku weke Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Anne Hidalgo di twîttekê de dibêje: “Pîrozbahiyekî germ arasteyê Serokwezîrê Herêma Krudistanê Nêçîrvan Barzanî dikim ku di çend rojên bihê de dê weke Serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar bike.”

 

Hidalgo ku Seroka Rêxistina Navdewletî ya Bajarên Francophoneyê ye jî, di twîtta xwe de wêneyeke xwe li gel Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Parîsê Elî Dolemerî belav kiriye.

 

Newzad Hadî û Elî Dolemerî bi fermî jibo 89. Kongreya Rêxistina Navdewletiya Bajarên Francophon hatibûne vexwandin, ku duh li bajarî Kîgalî ya paytexta Ruwandayê hat lidarxistin.

 

Di vê kongreyê de, bi koma dengan Hewlêr weke endamê vê rêxistina navdewletî hate qebûlkirin.


Nêçîrvan Barzanî roja 28ê Gulanê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin û biryar e di 10ê Hezîranê (vê mehê) de sonda yasayî bixwe.