Şerê Rûsya-Ukraynayê: 'Êrişên Rûsyayê û alîkariyên ji bo Ukraynayê dê berdewam bin'

Moskow (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Akademiya Hêzên Mûşekan a Rûsyayê Konstantin Sivkov li ser şerê Rûsya û Ukraynayê got, "Êrişên Rûsyayê û alîkariyên ji bo Ukraynayê dê berdewam bin"

Gera duyemîn a dan û standinan a şandeyên Rûsya û Ukraynayê ya li Stenbolê di bin siya şerekî pir giran de derbas bû.

Du rojan beriya dan û standinan Rûsyayê muşek bi ser bajarên Ukraynayê de barandin û rojek beriya hevdîtanê jî, Ukraynayê bi dronan êrîşî çend balafirgehên leşkerî yên Rûsyayê kir.

Bê guman, ev yek nikaribû bandorê li encamên van danûstandinan neke.

"Êrişên Rûsyayê û alîkariyên ji bo Ukraynayê dê berdewam bin"

Alîkarê Serokê Akademiya Hêzên Mûşekan a Rûsyayê Konstantin Sivkov li ser dan û standinan got:

"Di dan û standinan de ti xala ku şandeyên Rûsya û Ukraynayê li ser li hev bikirana tunebû.

Loma jî ne pêkan bû ku dan û standin bê encam bi dawî nebin. Ji xwe bê encam jî bi dawî bû.

Wan tenê li ser pevguhastina leşkerên dîl û cenzeyên leşkeran li hev kir. Û hew!

Ji vir û pê de êrîşên Rûsyayê li erda Ukraynayê dê berdewam be û ji aliyê Rojava ve jî dê şandina zêdetir çek û teknîkên leşkerî ji bo Ukraynayê berdewam bibe. Ew qas!"

Ya giring ew e ku mercên her du aliyan ji bo aştiyê, bi tevayî dijberî hevdû ne.

Moskow daxwaz dike ku Donbas û Kirim wekî axên Rûsyayê bên naskirin.

Lê belê Kîev hem vê mercê, hem jî mercên statuya bêalî ya Ukraynayê û sînordarkirina artêşa xwe red dike û daxwaza agirbesteke 30 rojî ya bê merc dike.

"Bersiv dê hebe û ew dê asîmetrik be"

Birêvebirê Enstîtuya Ewropayê ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê Vladislav Belov li ser êriş û operasyonên Rûsyayê û Ukraynayê wiha got:

"Ya sereke ew e ku her du alî temasên xwe ne birîn lê ew pêvajoyeke dûr û dirêj e.

Rûsya dê operasyona xwe ya taybet a leşlerî wekî berê bidomîne.

Loma jî her du alî kozên di destê xwe de li hemberî hev bi kar tînin.

Em li benda bersiva Rûsyayê ne li hemberî ew êrîşên dawî. Bersiv dê hebe û ew dê asîmetrik be."

Diyar e, mercên Rûsyayê yên ji bo aştiyê, Washingtonê jî aciz kiriye, ku destpêşxeriya van dan û standinan hildaye ser xwe.

Lewre, dîplomatekî Amerîkî ragihand ku serbra Donald Trump êdî bi dawî hatiye.