Rûsyayê hişyarî da Amerîka û Brîtanyayê
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku Ukrayna bi êrişên xwe yên li ser baregehên leşkerî yên hewayî yên Rûsyayê aloziyê zêde dike û got, "Em ji London û Washingtonê dixwazin ku bi awayekî bertek nîşan bidin da ku rê li ber aloziyên zêdetir bigirin."
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov li paytext Moskowê di konferanseke çapemeniyê de axivî.
Ryabkov da zanîn ku ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Amerîkayê re wan gavên pêwîst avêtine û got:
"Ez bawer dikim ku birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump ji yên berê bêhtir amade ye ku li argûmentên me û nêzîkbûna me guhdarî bike.
Di her rewşê de diyalog hatiye avakirin, di astên cuda de pêş dikeve û dê berdewam bike."
Ryabkov êrişên Ukraynayê yên li ser baregehên leşkerî yên hewayî yên Rûsyayê nirxandin û daxuyand ku îdiayên girîng hene ku ev êriş bi agahiyên cografî yên ku ne li ber destê Kîevê ne hatine kirin.
Li gorî nûçeya ku Sputnikê belav kiriye, Ryabkov bal kişand ser wê yekê ku divê serwextbûn li rojavayê serdest be û got:
"Em ji London û Washingtonê dixwazin ku bi awayekî bertek nîşan bidin da ku rê li ber aloziyên zêdetir bigirin.."
Ryabkov îdia kir ku Ukrayna û hin welat, bi taybetî Brîtanya, bi aqlê selî, nêzîkî pêvajoyê nabin û got, "Ev kiryarên kirêt ên sûcî yên rejîma Kievê bi eşkereyî îşaretê didin tundiya aloziyê. Xisletê terorîstî yê van kiriyan ji bo her kesî zelal e."
Ryabkov, dema ku ji wî hat pirsîn ka dê bersiva Rûsyayê li hember êrîşên Ukraynayê çi be, got, "Hemû vebijark li ser maseyê ne. Ev pirsek e ji bo artêşa me."