Parlamentera Almanyayê: Şiyanên me yên wergirtina penaxwazan nemane

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera Almanyayê Christina Stumppê ragihand, “Şiyanên me yên wergirtina penaxwazan nemane loma divê em penaxwazan red bikin.”

Parlamentera Almanyayê Christina Stumppê li ser siyaseta tund a Hikûmeta Almanyayê ya li dijî koçberan pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.

Christina Stumpp da zanîn ku tevî rexneyan jî ew dê soza xwe ji bo guhertina siyaseta koçberiyê bi cih bînin û ew li ser “rêya baş in” û wan heta niha 2 hezar û 200 penaxwazên neyasayî bi kontrolkirina sînoran red kirine.

Stumppê destnîşan kir ku pêwîst e ew bi tundkirina siyaseta koçberiya neyasayî berdewam bin ji ber ku şiyanên şaredariyên wan ên wergirtina koçberan nîne.

Loma Stumppê tekez kir ku ew dê berdewam sînoran kontrol bikin û penaxwazên neyasayî red bikin.

Stumppê di wê çarçoveyê de amaje bi nemana cihên niştecihbûnê, baxçeyên zarokan û dibistanan kir ku derfetên wan ên fêrkirina bi zimanê Almanî jî nînin.

Christina Stumppê diyar kir, ew dê yekkirina malbatan jî rawestînin.

Hevpeyvîna bi Parlamentera Almanyayê Christina Stumppê re:

Rûdaw: We çi rêkarên tund ji bo kêmkirina koçberiya neyasayî girtine?

Christina Stumpp: Ev çar hefte ne hikûmeteke me ya nû li Almanyayê heye, Şêwirmend Friedrich Merz li gel Wezîrê Karên Navxwe Alexander Dobrindt. Me di bangeşeya hilbijartinan de soz dabû ku her di roja yekem a desthilatê de em dê sînoran bi demdirêjî kontrol bikin û mirovên dixwazin bi rêyên neyasayî werin cem me, dersînor bikin. Ji ber ku ew di welateke sêyem hatibûn wergirtin û li gorî proseya Dublinê divê ji bo wan welatan vegerin. Duyem xal, em dixwazin pêdana welatnameya bi lez ya li gor wê, piştî sê salan welatnameya almanî pê tê dayîn, ya Koalîsyona Ampêlê pesendkirbû, hilweşînin. Em dixwazin yasaya kevin vegerînin, ya li gor wê piştî 5 yan 8 salan welatname pê tê dayîn. Ku piştî xweguncandineke baş û bicîanîna hemû rêkar û mercan welatnameya almanî were wergirtin. Sêyem rêkara îro me di encumenê de biryara hilweşandina wê da ew e ku dabînkirina parêzeran ji bo penaxwazên redkirî were rawistandin. Partiya keskan ev yasaye pejrandibû. Ke wate proseya mafê penaxwaziyê ligel redkirinê bidawî tê û mafê manê li Almanyayê jî namîne, paşan ev mirove yekser ji Almanyayê tên dersinorkirin yan jî dûv mercan tên desterkirin heta tên dersinorkirin. Lê êdî dabînkirina parêzerên penaxwaziyê nabin. Rêkara çarem, welatên bineret ên ewle hene, em dê wê lîsteyê berfirehtir bikin wekî nimûne Hindistan, Mexrib û Tunis.

Rûdaw: Dibe ku Afxanistan jî hebe?

Christina Stumpp: Em dê dîsan dersînorkirina ji bo Afxanistan û Sûriyeyê dest pê bikin. Lê ev ne li ser binemayê welatên ewle ye, ew rêkareke din e. Me di rêkeftinnameya Koalîsyonê amaje pê da ye ku eger merc û rewşên wan welatan di guncayî bin dê deportkirinan ji bo wan welatan jî dest pê bikin.

Rûdaw: Rexneyên tund li we hatin kirin. Dadgeha Berlînê got, redkirina koçberan li ser sinoran “yasayî” nîne lê hûn dixwazin berdewam bin li ser kontrolkirina sînoran û redkirina koçberan.

Christina Stumpp: Me çend nêrîn li ser wê wergirtin, nirxandinên yasayî jî wergirtine. Me dupat kir ku redkirinên li ser sinoran bi rêkarên wê ve li gor yasayê ne, loma em dê li ser redkirinan û kontrolkirina sinoran berdewam bin. Me hilsengandinên wê yên yasayî kirin. Dadgeha Berlînê di hin babetan de bi awayeke din dinirxîne, lê em wê wek keyeseke takekesî dibînin û ji ber wê jî em pêgiryê pê didin.

Rûdaw: Baş e mixalefet rexneyên tund li we digire. Yekkirina malbatan dibêje ji bo xweguncandineke baş gelekî pêwîst e belê we ew hilweşand, çima?

Christina Stumpp: Me guhertinek di siyaseta koçberiyê de divê. Me niha dît ku ne tenê bajarvaniyan şiyan nemane, me cihên niştecîbûnê neman, me li hin dibistanan û baxçeyên zarokan cih neman. Me derfetên pêdvî yên kursên zimanan nemane, ji ber ku hejmara tên cem me gelek bilinde. Loma jî pêwîste em gelek rêkaran bidin ber xwe. Û derbarê penaxwazên pêwîstiya wan bi parastineke taybet heye û pêgihandina xêzanê, mehane dibin yek hezar kes û salane 12 hezar in, mirov dikare bêje „ne gelek in“, lê her rêkarek ji bo wan dibin 12, 15 yan 20 hezar. Loma pêwîste ji bo guhertina siyaseta koçberiyê dest biavêjin rêkaran û ew jî bi hikûmeta niha bi serperiştiya CDUyê tê. Û em li ser rêyeke baş in. Bi xêra rêkarên Wezîrê Navxwe, Alexander Dobrindt, jî em li ser rêyeke baş in. Em encamên wan jî piştî çar heftiyan dibînin ku 2 hezar 200 redkirinên derbasbûnên neyasayî tomarkirine da ku were dîtîn ku ne herkesê dixwaze were cem me, dikare bi rêyên neyasayî were.

Rûdaw: Pirsyareke din, erê hûn dê koçberan ji bo Sûryeyê, Îraq û Afxanistanê dersînor bikin?

Christina Stumpp: Ji bo wan kesên tên cem me pêvajoyeke asayî ya penaxwaziyê heye. Pêvajoya penaxwaziyê diyar dike ka dê ew kes mafê mayînê wergire yan na loma ew yek girêdayî biryarên dozên takekesî ye. Ji ber wê jî mirov nikare bi giştî li ser wê biaxive.

Rûdaw: Gelekî spas ku tu li gel me bûyî Birêz Stumpp.

Christina Stumpp: Gelek spas.