Dest bi ser “keştiyeke veguhêzera petrola Îranê bo Sûriyê” de hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) – Hêza Deryayî ya Cebel Tariq bi hevkariya hêzên taybet ên Brîtanyayê dest bi ser keştiyekê de girtine, ku petrola Îranê bo Sûriyê vediguhast.
Li gor zanyariyên ku berpirsên hikûmeta Cebel Tariq belav kirine, navê keştiyê Grace 1 bûye û ala Panamayê li ser hatibû bilindkirin û hilgirê du milyon bermîlên petrolê ye.
Hêzên deryayî yên Cebel Tariq bi alîkariya hêzên taybet ên Brîtanyayê, îro pêncşemî 4ê Tîrmeha 2019an de bi dûriya 4 kîlometran ji sînorên Cebel Tariq, dest bi ser wê keştiya petrolê de girtine.
Berpirsên Cebel Tariq dibêjin, zanyarî gihîştine destê wan ku wê keştiyê sizayên Yekîtiya Ewropayê bo ser Sûriyê binpê kiriye.
Serokwezîrê Cebel Tariq, Fabian Picardo ragihandiye: “Sedem hene ku em bawer bikin Grace 1 petrola xav bo parzûngeha Baniyas a li Sûriyê vediguhast.”
Destdanîna wê keştiya veguhastina petrolê di demekê de ye, ku Amerîka sizayên giran bi ser Îranê de sepandiye û ew siza sektroa petrola Îranê jî li xwe digrin.