Balyozê Ukraynayê li Enqerê: Tirkiyê dest danî ser keştiya Rûsî
Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Ukrayna yê li Tirkiyê Vasyl Bodnar got ku karbidestên gumrikê yên Tirkiyê dest danîne ser keştiya bi ala Rûsyayê ya dexlûdan barkirî ku Ukraynayê diyar kir ku ya "diziyê" ye.
Piştî daxwaza Ukraynayê, Tirkiyê dest danî ser keştiya barhilgir a bi ala Rûsyayê Zhibek Zholy ku genimê Ukraynayê ji bendera Berdyanskê dibir.
Wezareta Derve ya Ukraynayê destnîşan kiribû ku keştiya ji Berdyanskê nêzî 4 hezar û 500 ton genimê Ukraynayê dibir, ber bi navçeya Karasû ya Sakaryayê Tirkiyê ve çûye.
Li gor malpera Vesselfinder a ku rêyên keştiyan dişopîne, keştiya navborî gihîşt Karasuyê.
Li gorî Reutersê, balyozê Enqerê Vasyl Bodnar ji televîzyona dewletê ya Ukraynayê re axivî û gotiye “Hevkariyeke me ya tam heye. Keştiya ku niha li ber deriyê benderê ye ji aliyê rayedarên gumrikê yên Tirkiyeyê ve hat desteserkirin.”
Bodnar got ku piştî lêkolînan "qedera keştiyê dê roja duşemê diyar bibe."
Herwiha Balyozê Ukraynî got ku di destpêka meha Hezîranê de dexlûdanê ku Rûsya ji Ukraynayê diziye di nav de kiryarên Tirk jî hene û ji bo kesên ku ji vegihestinê berpirsiyar in bên destnîşankirin û girtin ji Tirkiyê alîkarî xwestine.
Derbarê mijarê de heta niha ji aliyê Tirkiyeyê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Ukrayna ji ber şer nikarîbû dexlûdan ji welêt derxîne û demeke dirêj e îdîa îdia dike ku Rûsya dexlûdanê Ukraynayê didize.
Rêveberiya Kîevê Rûsyayê bi diziya dexlûdanên Ukraynayê û firotina wan ji welatên ku Tirkiye jî di nav de ye tometbar dike. Moskow jî van îdiayan red dike.
Kompaniya KTZ ya Kazakistanê ragihand ku keştiya Zhibek Zholy aîdî kompaniya wan e, lê ji aliyê kompaniya Rûsî ya Green-Line ku ne di bin sizayan de ye ve hatiye kirêkirin.
Li gorî daneyên şopandina keştiyê, Zhibek Zholy êvara Înê li nêzî bendera Karasu ya Tirkiyeyê rawestiyabû.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di 23ê Hezîranê de têkildarî dexlûdanê ku ji ber dorpêça Rûsyayê ji benderên Ukraynayê nikarin derkervin de daxuyaniyek da û got “Em jî li dijî firotina neqanûnî ya kelûpelên Ukraynayê li bazara navneteweyî ne, rê dan li Tirkiyê jî bên firotin.”
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got ku Tirkiye di derxistina dexlûdanên ji Ukraynayê de welatekî girîng e.