Serokkomarên Tirkiye û Îranê li Azerbeycanê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di çarçoveya “Lutkeya 17emîn a Teşkîlata Hevkariya Aborî” de li Azerbeycanê civiyan.
Recep Tayyîp Erdogan îro ji bo beşdarbûna lûtkeya aborî çû Azerbeycanê.
Erdogan û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di çarçoveya “Lutkeya 17emîn a Teşkîlata Hevkariya Aborî” de hevdîtinek kir.
Hevdîtin li ber medyayê girtî bû lê tê pêşbînîkirin ku mijara sereke ya hevdîtinê şerê Îsraîl û Îranê û nirxandina bûyerên li herêmê be.
Erdogan her wiha bi Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerif re jî hevdîtinek kir.