Parlamentoya Holendayê: Me derbarê penaberan 2 yasa pesend kirine
Hewlêrê (Rûdaw) - Ragihandina Parlamentoya Holendayê ji Rûdawê re da zanîn ku wan derbarê penaberên li welatê xwe 2 yasa pesend kirine.
Li gorî gotina Parlamentoya Holendayê, ev yasa beşek in ji hewlên wan ên ji bo sînordarkirina hejmara koçberan.
Medyaya Holendayê belav kir ku parlamentoya wî welatî du yasayên taybet bi penaxwaz û koçberan pesend kirine û pêwîst e ku ji aliyê Encûmena Pîran ve jî bên erêkirin da ku bikevin warê bicihanînê.
Ragihandina Parlamentoya Holendayê bersiva e-maila edîtorê Rûdawê Niyaz Mistefa da û ragihand ku yasaya yekem bi sîstema du welatîbûnê û ya din jî bi yekgirtina malbatan ve girêdayî ye.
Li gorî naveroka wan guhertinan ku Ragihandina Parlamentoya Holendayê ji Rûdawê re şandiye, eger yasa bên pesendkirin, dê mafê mayîna demkî ji bo penaxwazan ji pênc salan ji bo sê salan were kêmkirin, mercên ji bo yekgirtina malbatan dê girantir bibin û her kesê ku alîkariya koçber an penaxwazekî bike, dê wekî tohmetbar lêpirsîn pê re bê kirin.
Ragihandina Parlamentoya Holendayê amaje bi wê yekê jî kir ku yasaya derbarê sîstema du welatîbûnê de bi 95 dengan li hemberî 55 dengan û ya din jî bi 94 dengan li hemberî 56 dengan hatiye pesendkirin.
Pêşniyaryasa ji aliyê çar partiyên ku hikûmeta Holendayê pêk tînin û bi serokatiya Partiya ji bo Azadiyê (PVV) ya Geert Wilders ve hatibû pêşkêşkirin.
Partiya Demokrat a Xiristiyan a mixalefetê, ji ber ku di yasayê de alîkariya ji bo koçber û penaberan wekî tawan tê dîtin, xwe ji piştgiriya pêşniyaryasayê vekişand.
PVV partiyeke rastgir a tundrev û li dijî koçberan e.
Li gorî Xaça Sor a Holendayê, li wî welatî nêzîkî 23 hezar heta 58 hezar koçber û penaxwaz hene.