Li Romayê stasyona gazê teqiya, herî kêm 50 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî ajansa nûçeyan a Îtalyayê (RAI) li başûrrojhilatê Romayê li stasyoneke gazê teqînek çêbû û di encamê de herî kêm 50 kes birîndar bûn.

RAIyê di daxuyaniyeke nû de ragihand ku di nav birîndaran de xebatkarên rizgarkirinê jî hene û rewşa du kesan ji wan giran e.

Komîserê Polîsê Romayê Roberto Massucci diyar kir ku dibe sedema vê şewata "giran" qezayeke di dema valakirina gaza şil a petrolê (LPG) de be.

Lê Serokê Saziya Agirvemirandinê ya Herêma Lazioyê Ennio Aquilino got ku sedema teqînê "têkçûneke teknîkî" bûye.

Ji ber teqînê zerer gihiştiye çend avahiyên derdorê û agir bi depoyeke dadweriyê ya li pişt stasyonê jî ketiye.

Her wiha hat ragihandin ku nêzîkî 200 kesî ji herêmê hatine derxistin.

Hat zanîn ku beriya teqînê, tîmên agirvemirandinê ji ber şewateke din a li heman cihî li cihê bûyerê bûn.

“Ez hevxemiya xwe ji bo hemû birîndaran nîşan didim”

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê li ser hesabê xwe yê Xê nivîsî ku ew "ji nêz ve" rewşa piştî teqînê dişopîne û bi rayedarên pêwendîdar re di nav pêwendiyê de ye û got:

"Ez hevxemiya xwe ji bo hemû birîndaran -di nav de polîs, agirvemirînêr û personelên tenduristiyê- nîşan didim û spasiyeke ji dil pêşkêşî her kesî dikim ku beşdarî operasyonên rizgarkirin û ewlehiyê bûne.”