Amerîka: Karesata Şingalê qet nayê jibîrkirin

Navenda Nûçeyan – Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand, ku welatê wê ji ber karesata Şingalê pir dilgiran e û ti caran jî jibîr nakin.

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand, Amerîka ber karasata bi ser kurdên êzidî de hat, gelek dilgiran e û di dema êrîşê DAIŞê de gelek êzidî, krîstiyan û şîe hatin komkujkirin.

 

Heather Nauert got: “Wêne û dîmenên wan komkujiyan di hizrên me de mane û em dizanin ku nîha jî hinek kes ji ber wê sedemê di nexweşiyê de dijîn.”

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir, ku Amerîka DAIŞê weke berpirsiyarê wan tawanan dibîne û ew dizanin li Şingalê nizîkî 40 gorên bi kom hatine dîtin.

 

Nauert herwiha da zanîn, ku Amerîkayê ji bo alîkariya mexdûren karesatê bi qasî 1.4 milyar dolar alîkariyên mirovî pêşkêşî Iraqê.