Trump: Rûsya û Ukrayna ji bo aştiyê ne amade ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Rûsya û Ukrayna hîn jî ji bo peymaneke aştiyê ne amade ne.

Trump her wiha diyar kir ku ew di vê mijarê de rijd e û got, “Em dê bi ser bikevin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke telefonî de, helwesta xwe ya li hemberî şerê Rûsya-Ukraynayê wekî "him realîst û him jî xweşbîn" pênase kir.

“Hîn jî ne amade ne”

Trump da zanîn ku ew ji nêzîk ve rewşê dişopîne û bi her du serokan re di nav pêwendiyê de ye û got:

"Ez dişopînim, dibînim û derbarê vê mijarê de bi Putun û Zelenskyy re diaxivim.

Hinek tişt dê bibin lê hê amade nînin. Em dê bi ser bikevin."

Trump destnîşan kir ku armanca wî ew e ku ji bo welatên ku şer dikin ên wekî Rûsya û Ukraynayê bibe navbeynkar û wan ber bi peymaneke aştiyê ve bibe.

“Tenê dixwazim jiyanan rizgar bikim”

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ji bo vê helwesta wî sebreke mezin pêwîst e lê ew bawer e ku wî di peymanên din ên îsal de berhema vê yekê wergirtiye.

Trump li ser pirsa namzediya Xelata Aştiyê ya Nobelê jî got:

"Ti tiştên min nîne ku ez li ser vê bêjim. Tişta ku ez dikarim bikim, dawî li şeran bînim.

Armanca min ne ew e ku ez xwe derxim pêş. Tenê ez dixwazim jiyanan rizgar bikim."