Endamê Kongreyê piştgirî da sererastkirineke yasayê ya ji bo Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson pêşnûmayeke sererastkirinê ji bo Yasaya Bûdceya Parastina Neteweyî (NDAA) pêşkêş kir û tê de tekezî li ser piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Pêşnûma wekî sererastkirineke ji bo benda 12an a pêşnûmayasaya parastinê hatiye pêşkêşkirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî "hevpareke girîng ê stratejîk ê Amerîkayê" bi nav dike.

Banga li hikûmeta Îraqê

Wilson daxwazê ji hikûmeta Îraqê dike ku dev ji neşandina mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê berde, dawî li rawestandina hinardekirina petrol û gaza Herêma Kurdistanê bîne û êrişên komên çekdar ên li Herêma Kurdistanê rawestîne.

"Amerîka piştgiriyê dide Hikûmeta Herêma Kurdistanê"

Joe Wilsonê ku endamê Komariyan e got, "Amerîka piştgiriyê dide dabînkirina tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikaribe bergiriyê li xwe bike li hemberî êrişên Îranê û mîlîsên girêdayî wê yên li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çavkaniyên wê yên enerjiyê."

"Hevparê giring ê stratejîk"

Wilsonê ku du kurên wî li Îraqê xizmet kirine, her wiha got:

"Ez kêfxweş im ku piştgiriyê didim vê sererastkirina Yasaya Bûdceya Parastina Neteweyî ya ji bo piştgirîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê wekî hevparekî girîng ê stratejîk ê Amerîkayê."

Yasaya Parastina Neteweyî, yasayeke salane ya Amerîkayê ye ku siyaseta parastinê ya welêt diyar dike û xerciyên Wezareta Parastinê pesend dike.

Ev yasa çarçoveyeke yasayî ji bo bernameyên leşkerî, hevkariyên derve û destpêşxeriyên ewlehiyê dabîn dike.

Her sal, endamên Kongresê dikarin ji bo bendên pêşnûmayasayê sererastkirinan pêşniyar bikin.