Chomsky: Divê Amerîka bo parastina Kurdan li Sûriyê bimîne

04-10-2018
RÛDAW
Nîşan Noam Chomsky Amerîka Kurd Sûriye Parastin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bîrmendê Amerîkî Naom Chomsky ragihand, ku ji bo parastina Kurdan divê Amerîka li Sûriyê bimîne. Chomsky dibêje, ji bo parastina herêmên ku Kurdan ava kirine, pêwîst e ku Amerîka li Sûriyê bimîne.

 

Li gor Bîrmendê Amerîkî Naom Chomsky, hebûna Amerîkayê li Sûriyê egera êrîşekê bo ser Kurdên Sûriyê kêm dike û tekez dike, ku pêwîst e Amerîka ji bo parastina Kurdan li Sûriyê bimîne.

 

Di hevpeyvînekê de ligel malpera The Intercept de, Chomsky derbarê rewşa Sûriyê de nerînên xwe tîne ziman û dibêje: "Serokê Sûriyê Beşar Esed ji piraniya tiştên li welêt diqewimin berpirsyar e û ev rewşa nayê rewakirin."

 

Li gor Chomsky, Opozisyona Sûriyê jî ji prensîpên demokratîk û pozisyona xwe ya destpêkê ku cihê rêzê bû dûrketiye û ketiye destê grûpên cîhadpereset. Bîrmendê Amerîkî herwiha dibêje ku di rewşa niha de Esed heta astekî bilind serkeftin bidest xistiye.

 

Derbarê Kurdan de jî Chomsky got: "Meseleya din a girîng jî, herêmên Kurdan  Statuya Rojava ye. Bi baweriya min hebûna Amerîkayê bo parastina Kurdan ji egera êrîşekê lojîkî ye. Wan (Kurdan) karî bi awayekî baş civakê birêve bibin û yekem herêma serkeftî ye. Lê ji  boo rêgirtin lê êrîşeke dijminê wan ê Tirk û Esedê qatil, çi pêwîst e divê were kirin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst