ÎRLANDA - Her malbata koçber ku vegere dê 10 hezar euroyan wergire

Hewlêr (Rûdaw) - Îrlanda bi planeke nû dixwaze wan malbatên koçber ên ku serlêdana penaberiyê kiriye teşwîq bike da ku vegerin welatên xwe.

Wezîrê Dadê yê Îrlandayê Jim O'Callaghan biryareke nû îmze kir ku li gorî wê her malbata ku vegere dê 10 hezar euroyan wergire.

Biryar wan kesên ku heta berî 5 rojan serlêdana penaberiyê kiriye li xwe digire.

Heta niha her malbata ku vedigeriya 2 hezar euroyan û her kes jî 1200 euroyan distand.

Bi biryara nû re pereyê kesan jî dibe 2500 euro.

"Ev dijminatiya koçberan e"

Partiya Sosyal Demokrat a ku li Îrlandayê mixalefet e, dibêje ku ev biryar dijminatiya koçberan e û li dijî yasa û peymanên navneteweyî yên parastina mafên penaberan e.

Partî dipirse, "Kesê ku daxwaza penaberiyê kiribe, çawa dikare vegere welatê xwe?"

Lê Serokwezîr Micheal Martin biryara wezîrê xwe parast û got ku hikûmeta wî dixwaze alîkariyê bide wan kesên ku dixwazin ji Îrlandayê derkevin.

Di demên borî de, Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên navneteweyî yên mafên penaberan rexneyên tund li hikûmeta Îrlandayê girtibûn ji ber reftarên wê yên hişk ên li hemberî koçberan.