Li Awisturyayê rewşa koçberên Kurd hat nîqaşkirin
Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Linzê yê Awisturyayê, di navbera wan Awisturyayiyên ku çûne Kurdistanê yan jî pêwendiyên wan bi koçberên Kurd re hene û alîkariya wan kirine de nîqaşeke germ birêve çû.
Koordînatora Projeyê ya li Rêxistina SOSê û Çalakvana Mafên Mirovan Hêwa Husên yek ji wan kesan bû ku di nîqaşan de axivî.
Hêwa Husên ji Awisturyayê bû mêvana Diyasporayê û ronî xist ser rewşa koçberan, bi taybetî li Herêma Kurdistanê û rola welatên wekî Awisturyayê ya di rûbirûbûna qeyrana koçberiyê de.
"Ev nîqaş gelekî girîng in"
Hêwa Husêna ku li Awisturyayê serpereştiya gelek rûniştinên girîng kiribû, di destpêka axaftina xwe de got:
"Bi rastî ev civîn û ev nîqaş di vî warî de gelekî girîng in, ji ber ku her rûniştinek, gelek kesayetî û pisporên li ser pirsa koç û koçberiyê bi hev re kom dike."
Wê eşkere kir ku di yek ji nîqaşên sereke de, hejmarek kesayetiyên diyar amade bûn, di nav de nûnerê saziyeke fermî ya Awisturyayê, parêzerekî naskirî yê mafên mirovan û profesor û derhênerê navdar ê Awisturyayî, birêz Andreas Gruber.
Mijarên sereke yên nîqaşê, pirsa hatina koçberan a ji Rojavayê Kurdistanê ber bi welatên wekî Awisturyayê ve û rewşa nearam û aloz a nav kampên koçberan ên li Herêma Kurdistanê bûn.
Hêwa Husênê tekez kir ku divê ev pirs bi awayekî vekirî û rastgo li derveyî welêt jî were nîqaşkirin û agahiyên rast bigihîjin raya giştî.
Serdana Herêma Kurdistanê
Koordînatora Projeyê ya SOSê eşkere kir ku berî salekê, wê bi alîkariya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û Federasyona Jinan serdaneke meydanî ya Herêma Kurdistanê pêk aniye.
Di wê serdana ku nêzîkî heft rojan ajot de, wê ji nêz ve çavdêriya rewşa koçberan kiriye, nemaze Kurdên Êzidî yên ku ji ber jenosîdê koçber bûne.
Hêwayê got, "Di van nîqaşan de me gelek mijarên girîng anîn zimên, bi taybetî li ser rewşa Awisturyayê û wan welatên ku koçber tê de niştecih dibin."
Derhênerê navdar rewşa Êzidiyan anî ziman
Di beşeke din a axaftina xwe de, Hêwa Husênê bi taybetî amaje bi beşdariya Andreas Gruber kir û got:
"Andreas Gruber ku profesor û derhênerekî mezin ê Awisturyayî ye, cara yekem bû serdana Herêma Kurdistanê dikir.
Ji bo min gelekî girîng bû ku ew beşdar bibe û ji nêz ve şahidiya rewşa koçberên Kurdên Êzidî bike.
Wî nêrînên xwe yên li ser kampan û jiyana koçberan anî zimên."
Hêwayê her wiha diyar kir ku Gruber çend dîmenên bi bandor ji kampên Êzidiyan tomar kiribûn, ku di nav nîqaşan de hatin nîşandan û bertekên mezin bi xwe re anîn.
Hêwa Husênê tekez kir ku nîqaşên wan ne tenê li ser siyaseta koçberiyê bûn, belkî berfirehtir bûn û gelek mijarên din ên wekî pirsgirêkên civakî yên koçberan, çawaniya entegrasyona wan di nav civaka nû de û bandorên derûnî yên koçberiyê jî li xwe girtibûn.