JAPONYA - Sanae Takaichi dibe serokwezîra yekem a jin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Japonyayê, Wezîra berê ya Ewlehiya Aborî Sanae Takaichi bû seroka nû ya Partiya Lîberal Demokrat (LDP) a desthilatdar.
Bi vê yekê re, tê payîn ku Sanae bibe yekem serokwezîra jin a Japonyayê.
Li gorî ajansa Kyodoyê, piştî ku Serokwezîrê Japonyayê û serokê LDPyê Shigeru Ishiba ragihand ku ew dê meha Îlonê îstifa bike, partiya desthilatdar serokê xwe yê nû hilbijart.
Di hilbijartinê de, ji bilî Sanae Takaichiya ku di demên cuda de di kabîneyê de wezîfe girtiye, Wezîrê berê yê Çandiniyê Shinjiro Koizumi û Sekreterê Serokwezîrtiyê Yoshimasa Hayashi jî di nav de 5 namzed hebûn.
Di hilbijartina serokatiyê ya li paytext Tokyoyê de, parlamenterên LDPyê û nêzîkî 700 delegeyên ji 47 eyaletên welêt deng dan.
Takaîçî di tura duyem de Wezîrê berê yê Çandiniyê Shinjiro Koizumi li pey xwe hişt û bû seroka nû ya LDPyê.
Takaîçî ya 64 salî ku di nav raya giştî de navê herî zêde piştgiriyê dibîne, wekî seroka partiya desthilatdar tê çaverêkirin ku bibe "Serokwezîra nû ya Japonyayê" û bi vî awayî bibe yekem jina ku digihîje vê meqamî.
Îstifaya Shigeru Ishiba
Serokwezîr Shigeru Ishiba di daxuyaniya xwe ya meha Îlonê de diyar kiribû ku encamên hilbijartinên Meclisa Şêwirmendan (Sangiin) ên meha Tîrmehê bandoreke neyînî li hikûmeta Japonyayê kiriye.
Shigeru Ishiba bi bîr anîbû ku LDP û şirîkê wê yê koalîsyonê Komeito di hilbijartinan de piraniya meclisê winda kirine û gotibû ku wan negihiştiye armancên xwe yên hilbijartinê.
Îşîba berpirsyariya têkçûna LDPyê girtibû ser xwe û ragihandibû ku ew dê ji erkên Serokwezîrtî û Serokatiya Giştî ya LDPyê îstifa bike.
Hilbijartinên Meclisa Şêwirmendan
Li Japonyayê hilbijêr 20ê Tîrmehê çûbûn ser sindoqan da ku çarenivîsa nîvê 248 kursiyên meclisa jorîn diyar bikin ku her 3 salan carekê hilbijartin tên kirin.
Di hilbijartinan de 123 kursiyên desthilat û mixalefetê wekî xwe man û xwediyên nû yên 125 kursiyên din hatin diyarkirin. Koalîsyona desthilatdar negihiştibû armanca xwe ya herî kêm 50 kursiyan û piranî li meclisa jorîn winda kiribû.
Koalîsyona desthilatdar a ku 75 kursiyên wê hebûn, di hilbijartinê de 47 kursî bi dest xistin lê ji bo piraniyê negihişt armanca 125 kursiyan.
Bi vî awayî, koalîsyona desthilatdar a ku di hilbijartinên 2024an de piranî li meclisa jêrîn winda kiribû, îsal heman aqûbet li meclisa jorîn jî dît.