Fransayê mafê mayînê da malbateke Îraqî

Dusseldorf (Rûdaw) - Malbateke xelkê Besrayê ku nikarîbûn ji Kanala Îngilîzî derbas bibin û keça wan a 7 salî xeniqîbû, mafê mayînê li Fransayê wergirt.

Ehmed El-Haşimî û malbata wî Nîsanêa par ji Belçîkayê derbasî Fransayê bûn. Li Belçîkayê biryara dersînorkirina wan a Îraqê derketibû, lewma dixwestin ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bibin.

Wekî ku ew bi xwe behs dikin, li Fransayê qaçaxçiyekî Kurd 5250 euroyan ji wan distîne bi soza ku wan derbasî aliyê din ê avê bike. Dema ku ew ligel hejmarek koçberên din li qeyîkeke biçûk siwar dibin, Sara di bin lingên bavê xwe de dixeniqe.

Malbat derbas nabe û keça xwe Sarayê jî ji dest dide. Wê demê li Fransayê man û keça xwe jî her li Fransayê veşartin.

Ji wê demê ve li wê herêma bakurê Fransayê dijîn ku siyasetmedara rastgir a tund û dij-koçber (Marine Le Pen) wekî endama parlamentoyê tê de hatiye hilbijartin.

Lê ev yek nabe kelem ku xelkê herêmê destê alîkariyê ji wan re dirêj nekin. Niha Fransayê biryar daye ku mafê mayînê bide malbata El-Haşimî.